Kuştina Ahmet Yıldız

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kuştina Ahmet Yıldız
CihÜsküdar, Stenbol, Tirkiye
Dîrok
15ê tîrmeha 2008an
Cureyê êrîşê
Sûcê nefretê yê li dijî hevzayendan
MirîAhmet Yıldız
BirîndarÛmühan Daraca, namzeda parlementoyê ya AK Partiyê
ÊrîşkarYahya Yıldız (bav)
biguhêreBelge

Kuştina Ahmet Yıldız, cînayeteke nefretê ye ku di 15ê tîrmeha 2008an de li navçeya Üsküdar a Stenbolê hat kirin.[1]

Ev sûcê nefretê yê dijî LGBT wek kuştina namûsê ji hêla bavê wî Yahya Yıldız ve hat kirin, [2] ku bi berfirehî wekî yekem doza naskirî ya kuştina namûsê ya dijî hevzayendan li Tirkiyê tê binav kirin. [3] Yahya Yıldız heta îro fîrar e û hêj nehatiye girtin û dadgehkirin.

Kuştin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ahmet Yildiz bi eslê xwe kurdê Rihayê bû û beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Marmarayê [4] dixwend. Wî qasî salek beriya bûyerê bi hinceta ku ji aliyê malbata xwe ve tehdît dibîne li dozgeriyê serlêdana sûcê kiriye. [5] Di şeva 15ê tîrmeha 2008an de Yildizê ku çûbû qehwexaneyê, bi êrîşkar re rû bi rû ma û piştre xwest ji wesayîta xwe peya bibe û bireve. Sê gule li sînga wî ket û di dawiyê de ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Ji 5 guleyên ku hatin avêtin yek li namzedê AK Partiyê yê parlementoyê Ûmühan Daraca ket û wî birîndar kir. [6] [7]

Piştî bûyerê pismamê Yildiz, Ahmet Kaya, got, "Yildiz kurê yekane yê malbateke kurd a gelekî olî û dewlemend a Rihayê bû." Parêzerê Mafên Mirovan ê Lambda Stenbolê Firat Söyle ku şêwirmendiya Yildiz kiribû, anî ziman ku Yildiz 3 meh beriya kuştinê li dozgeriyê gilî kiriye, piştî ku ji malbata xwe tehdîdên kuştinê xwar. Lê dozgeriyê nehiştiye ku lêpirsîn bê destpêkirin û parastina Yildiz bê kirin. Bûyera qetilkirina Yildiz di çapemeniya herêmî û biyanî de deng veda. Rojnameya îngîlîzî The Independent jî cih da mijarê û diyar kir ku bûyerên kuştina namûsê ne tenê li Tirkiyeyê ne.[8] [9]

Lêpirsîn û darizandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûniştina doza kuştina Ahmet Yıldiz di 8ê îlona 2009an de dest pê kir û bi darizandina Yahya Yildiz ê bersûcê fîrarî dewam kir. Îbrahîm Canê ku bi Yildiz re dijiya, piştî ku ew malbata xwe terikandibû, der barê bûyerê de wiha got: “Min piştgiriya gelek rêxistinan dît ku ji bo evîndarê xwe têbikoşim. Ûmühan Xanima ku di bûyerê de birîndar bûbû jî bi vekirina dozê alîkarî da me. Ez spasiya wê dikim. Balkêş e ku kujerên hezkiriyê min Ahmet Yıldız nehatine girtin. Em bi hev re çûbûn dozgeriyê û me ragihandibû ku malbata wî gefa kuştinê lê dikin. Li gorî min em bi cudakariya hevzayendan re rû bi rû ne. Heger evîndarê min jin bûya ewê ne wisa ba. Lê ev tercîha min e û ne karê kesî ye."

Ji bo berhevkirina delîlan doz taloqî demeke din hat kirin. [10] Can piştî danişîna 6emîn diyar kir ku ewê pêvajoya AÎHM’ê bidin destpêkirin û wiha got: “Kujer dernakevin holê. Hê jî biryara girtinê ya navneteweyî nehatiye dayîn. Ez dixwazim ku ev biryar di rûniştina pêş de were derxistin. Divê dadgeh dev ji helwesta xwe ya homofobîk berde. Ev êdî bûye sedemeke siyasî. Dadgeh îrade, biryar û hewldana girtina bavê [kesê mexdûr] nîşan nade. Li welatekî homofobîk ronîkirina vê dozê ji wan re nayê xwestin.” [11]

Zenne Dancer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlma Zenne Dancer ku li ser çîrokeke ku ji kuştina Ahmet Yıldız îlhama xwe girtiye û ji aliyê hevalên Ahmet Yıldız [12] Caner Alper û Mehmet Binay ve hatiye çêkirin, di 13ê çileya 2011an de derket pêşberî temaşevanan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Çakır, Bawer (18 tîrmeh 2008). "LGBTT Dernekleri: Öğrenci Yıldız Eşcinsel Olduğu İçin Öldürüldü". Bianet. Ji orîjînalê di 25 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 sibat 2012.
  2. ^ "BirGün Gazetesi: Ahmet Yıldız davasında baba hâlâ kayıp (archive.ph)". archive.ph. Ji orîjînalê di 2 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ "Was Ahmet Yildiz the victim of Turkey's first gay honour killing? | Europe | News | The Independent". web.archive.org. 6 çiriya pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya pêşîn 2015. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Yalan söylememiş maske takmamıştı". Kaos GL. 21 tîrmeh 2008. Ji orîjînalê di 10 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 sibat 2012.
  5. ^ Güven, Banu (27 kanûna paşîn 201). "Ahmet Yıldız'ın dünyası". Banuguven.com. Ji orîjînalê di 15 adar 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 sibat 2012.
  6. ^ Öz, Selamet (17 tîrmeh 2008). "Kurşunlardan 3'ü göğsüne saplandı". Hürriyet. Ji orîjînalê di 1 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 sibat 2012.
  7. ^ Eşcinsel'e ilk namus cinayeti Girêdana arşîvê 2014-05-24 li ser Wayback Machine SWR. Retrieved 10 April 2010.
  8. ^ Black, Jeff (19 tîrmeh 2008). "Was Ahmet Yildiz the victim of Turkey's first gay honour killing?". Independent. Ji orîjînalê di 6 çiriya pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 sibat 2012.
  9. ^ Independent: Ahmet Yıldız ilk eşcinsel namus cinayeti kurbanı mı? Hürriyet. Retrieved 30 April 2010.
  10. ^ İlk gay namus cinayetinin davası başladı Radikal. Retrieved 14 June 2010.
  11. ^ "Ahmet Yıldız davasında baba hâlâ kayıp". Birgün. 16 adar 2011. Ji orîjînalê di 2 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 sibat 2012.
  12. ^ Aydın, Canan (10 kanûna paşîn 2012). "Zenne: Dürüstlük bazen öldürür" (bi tirkî). BirGün. Ji orîjînalê di 20 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2012.