Leyzok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Celebek ji leyzokên darîn ên kevneşop ên Kanapatna ji Hindistanê

Leyzok, pêlîstok ji tişta pê tê lîstin an ji bo lîstinê tê bikaranîn re dibêjin. Di zimanê zarokan de jê re "tîtik", "kaykay" dibêjin.

Li Kurdistanê hin binavkirinên wê yên nêzîk jî hene: Lîstik, leyîstek, lîztok. Ev tev jî yek in, ji tevlîheviya devokan tê. Bêjenasên kurd li ser nexebitîne ka koka bêjeyê "lîs, lîz, leyz, leys" e.

Li Kurdistanê bi sedan leyzokên bi destan dihatin çêkirin hebûn. Herwiha Kurdistan kana lîstikên zarokan bû. Bi sedan lîstikên zarokan hebûn. Bi bandora neyînî ya polîtîkaya pişavtinê ya dewletên li Kurdistanê desteser in û bi pêşketina teknîkê niha lîstikên zarokan ketine xetereya tunebûnê. Zarokên kurd bi taybetî li Bakurê Kurdistanê êdî bi zimanên biyanî diaxivin û lîstikên serdema nûjen dilîzin.

Kes nizane, kengî destpê kiriye, serpêhatiya mirovan bi leyzokan re. Bi hezaran salan berê jî leyzok hebûne, dihatine lîstin û bikaranîn.

Dîroknasên rojavayî dibêjin cara barê li Misira kevnare leyzok hatine hilberîn. Berê jî dihatibûye bikaranîn lê peyzokên berê wekî kevir, dar, tiştinên xwezayî bûne. Li Misirê hatine çêkirin û firotin.

Hin leyzokên zarokên kurd (heya salên 1990'î)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]