Mîxayîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Serfirîşte Mîxayîl

Mîxayîl an jî Mîkaîl (bi îbranî: מִיכָאֵל‎ [ˌmixäˈʔel]), Micha'el an Mîkhâ'êl; grekî: Μιχαήλ, Mikhaḗl; latînî: Michael; (bi erebîميكائيل ,ميكال ,ميخائيل‎: , Mîka'îl, Mîkâl, Mīkhā'īl) navê serfirîşteyek e ku ji cihûyan û ola wan derbazî xiristiyanî û îslamê bûye. Tê zanîn ku hersê ol jî di heman herêmê di nava gelên samî de rûdaye. Li cîhana rojavayiyan jê re Michael (Mi-ka-el tê wateya "Kî-weke-Xwedê" [çavkanî pêwîst e]) dibêjin û navekî mêran e. Hersê ol jî wî wekî "milyaketê karên erdê û xwezaya wê digerîne" didin nasandin. Di baweriya îslamê de herwiha ew milyaketê erzanî-bihabûn, xela-dewlemendî, bela-aramiyê îdare dike ye.

Gorî baweriya îslamê[biguherîne]

Mîxayîl yek ji çar melekên mezin e. Peyva "Mikaîl" bi kurdî tê wateya "Qûlê piçûk û hêja yê Xwedê" [çavkanî pêwîst e]. Di gora ola îslamê firîşte Mîxayîl bi destûra Xwedê hemû karên gerdûnê bi rêve dibe. Ew hetanî roja dawiyê yê dinê bi karê gerdûnê hatiye vatinandin.

Navê Mîxayîl an Mîkaîl tenê yek carekî di Quranê da derbaz dibe: "Û kê bibe neyarê Xwedê û firîşteyên wî û pêxamberên wî û Cebraîl û Mîkaîl, bira bizane ku bi rastî Xwedê jî neyarê xudanenasa ne." [1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Beqere: 2/98