Malavî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komara Malavî, (Republic of Malawi- Dziko la Malaŵi), weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye. Malavî bi Tanzanya, Mozambîk û Zambiya re cîran e. Gola Malavî (Gola Nyasa) ya ku li rojhilatê Malavî ye ji pêncî yek rûberê vî welatî digre û ji bakur berbî başûr dadikeve. Gola Malavî sêyemîn mezintirîn gola Efrîqayê ye. Malavî di sala 1963'an de ket nava Koma Gelên Îngilîz (Commonwealth) û di sala 1964'an de bûye serbixwe.Aboriya Malavî bi piranî li ser çandiniyê ye. Herî zêde çay, titûn û şekir difroşe derve. Zimanên fermî Chichewa û îngilîzî ye. Zimanên din herêmî ne.
- Zimanê fermî: Chichewa, îngilîzî
- Paytext: Lilongwe
- Rûber: 118.484 km²
- Nifûs (1999): 10 640 000 kes
- Serxwebûn: 1964
- Nîşana înternetê: .mw
- Koda telefonê: +265
Pêşangeh [biguherîne]
Girêdanên derve [biguherîne]
|
|||||||