Mehmûdê Ehmedînejad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mehmûdê Ehmedînejad
Mahmoud Ahmadinejad.jpg
Mehmûdê Ehmedînejad
Roja jidayikbûnê 28'ê Çirya Pêşîn 1956'ê
Aradan
Hemwelatî  Îran
Eslê xwe Fars
Pîşe Sîyasetmedar
Şanenav
Mahmoud Ahmadinejad signature.svg

Mehmûdê Ehmedînejad (bi farsîمحمود احمدی‌نژاد, bi Inglîzî: Mahmoud Ahmadinejad) (z. 28'ê Çirya Pêşîn 1956'ê) serkomarê şeşê yê Komara Îslamî ya Îranê ye ko piştî serkevtina di hilbijartinên serkomariyê yên sala 2005'ê li Îranê ji 6ê Tebaxa 2005'ê heta niha li ser kursiya serkomariyê rûnişiye. Gera wî ya niha ya serkomariyê dê li Tebaxa 2009'ê dawî bibit. Lê di hilbijartinên serkomariyê li sala 2009'ê da mafê wî heye ko xwe jibo cara duyê û dawiyê bikit berbijarê serkomariyê. Di dîroka 28 salî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê da, ew pirarîşetirîn û gengeşebartirîn serkomarê Îranê bûye.

Ew di siyasetên xwe da bi awayekê gelek berçav Îslamîyekê kevneşopî ye. Gelek baweriya wî bi karkirina jibo zû vegeriyana Îmamê Zemanî heye. Ew bi rijdî rexnegirê rojava û nemaze siyasetên Corc Buş e. Netirsiya wî di biryardanê da yek ji saloxetên wî yên herî berçav e.

Berî bibit serkomar, ew Şehredarê paytextê, Tehran, bû.

Jînenîgar[biguherîne]

Ew kurê asingerekî ye û li bajarê Germsar, nêzî Tehranê, li roja 28'ê Çirya Pêşîna Sala 1956ê hat dinyayê. Li sala 1976ê, di nav 400,000 kesên ko dixwestin biçin zanîngehê ji aliyê nimreyan ve, kesê 132ê bû. Ew li zanîngeheka navdar ya Îranê bi navê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyayê ya Îranê li pişka endazyariya bajêrwarî hat wergirtin. Li 1984'ê Mastera Zanistan û li sala 1989'ê jî diktora ya xwe di endazyariya bajêrwarî da wergirtin. Ew her li wê zanîngehê bû dersdêr.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)