Şino

Ji Wîkîpediya

Şino (an bi farsî: اشنویه: Oşneviye), yek ji bajarên eyaleta Azerbaycana Rojava li Îranê ye.

Piraniya xelkê Şino ku pêtir ji 50.000 e kurdin.

Dewleta Îranê tu gelaleyeka awedan kirin li Şino nemeşandiye u lewma ew bajêr yek ji bajêrên hejartirînê Îranê ye.

Bajarê Şino tewaw kurdin û li 'eşîra Zerzane. Çoqek wê 'eşîrê jî li Şemzîna (Şemsdîna) dijîn. Hakimêt wi bajari li çendsed sala tewaw li 'eşîra Zerza bûne.

Li sala 1781-ê zayînî hakimê Şino Ce'fer Sultan ê zerza bûye.

Li sala 1784-ê Hakimê Şino Efrasîyab Sultan ê Zerza bûyê. Li wi dewri, Malbata şayêt Zend paşi Kerîm Xanê Zend weku berê bi qawet neman û 12 sala da 6 şa yekûdu li textê şahetîyê êxistin. Dewrê Cefer Qolîxan, Seîd Murad Xan û Lotfelî Xanê Zend, ku li paytextê xwe Şirazê bûn, Axa Mihemed Xanê Qacar li Esterabadê, Nadir Mirzayê Efşar li Xurasanê û Mihemed Qolîxanê Efşar li Azerbaycanê, her yêk li alîyê xweda, hêzek berhev kirin û dawa ser bixwe bûn û şahetîyê kirin. Li wi dewri Efrasîyab Sultan ê Zerza serokê mifetişêt Mihemed Qolîxanê Efşar bû ku kodnavê Enîs-ol-hozere hebû. Efşara sala 1799-ê bi serokatîya Qasim Xan û Esker Xanêt Efşar, alîgirêt Qacara û ne yêt Mihemed Qolîxanê Efşar, hêriş înane ser Şino û li wi şerida 2000 'ecemêt Efşar yêt hatîye kuştin. Li duwahî da ew 'ecemêt Efşarêt dojminêt Efrasîyab Sultanê Zerza li duwahîya sedsalêt 18-a ew jehirdayî kirin û bi jehrê kuştin.

Li sala 1801-ê Qasim Sultan serokê Zerza hakimê Şino bûye. Li wê salê hakimê Urmîyê, Hisên Qolîxan 'ecemê Efşar, bo şerê li gel ’eşîra Bilbasa harîkarî li ’eşîrêt Şikeftî (Şikak berê bi wi navi navdar bûn) , Zerza û Şemzîna(Begzadêt Tergewer û Mergewr berê bi wi navi navdar bûn) dixwazît . Ew her sê ’eşîre li gel Hisên Qolîxani bo şer li gel Bilbasa diçine Lacan û çîyayê Qendîlê. Paş şikest dana Bilbasa, Qasim Sultanê Zerza wan mêyani Şino yê diket û paşî ĥeta gewrîya Şino û Deştebêlê li gel mêwanêt xwe dihêt. Li gewrîyê digehine cimatek mezin û Hisên Qolîxan li Qasim Soltani dipirsît, ku: “ewe çi cimate?“ Qasim Sultan jî dibêjîtê: “ewe cimata kuştîyêt Efşara ye, ku li şerê gel Zarza yêt hatîye kuştin“ . Ew bersîva Qasim Sultani li Hisên Qolîxani nexweş hat û ferman da ku Qasim Sultani li darê girêden û paş tenbîh kirina wi sê hizar tumen jî bo ceza lê sitandin!

Li sala 1839-ê zayînî hakimê Şino Semed Xan ê Zerza bûyê û paşi wi kurê wi 'Ebduletîf Xan bû Hakimê Şino.

Li dewrê şorişa Şêx Ubeydula, 'Ebdula Xan û birayê wi Birahîm Xan ê zerza hakimê Şino bûn.

Li şerê Cîhanê yê yêkê Silêyman Begê zerza hakimê Şino bûye.

[biguherîne] Lînkên derve


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo