Milazgird
| Navçeya Milazgirdê Malazgirt |
|
| Navçe | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mûş |
| Serbajar | Milazgird |
|
|
|
| Hejmara nahiyan | 4 nahiye |
| Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
| Hejmara gundan | 75 gund |
|
|
|
| Gelhe (2008) | 60.086[1] kes |
| Rûerd | 1.527[2] km2 |
| Berbelavî | 39,3 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | 39°8′46″Bk 42°32′28″Rh / 39.14611°Bk 42.54111°Rh |
| Gelhe (2008) | 20.110 kes |
| Bilindayî | 1.530 m |
| Koda postayê | 49400 |
| Koda telefonê | (+90) 436 |
Milazgird an Kelê (tr: Malazgirt) navçeyeke bajarê Mûşê ye. Di çavkaniyên Rojavahiyan de navê Milazgirdê wekî Man(t)zîkert derbas dibe. Ûrartûyan gotine Manavazakert, filehan Manazkert, ereban Manazcîrd/Melazkurd. Gelê herêmê bi pirranî dibêje Kelê. Lewra xwedî kelheyeke dîrokî û bêhempa ye. Navçeyeke bajarê Mûşê ye. 137 km dûrê Mûşê ye. Di ber ava Miradê de ye. Di sala 1944´î de bûye belediye.
Nifûsa navendê 23.697 (sala 2000´î) û bi giştî 68.990 e. Firêhî 1534 km² ye û herêm li ser xeta erdhejê dikeve. Di sala 1903´î de erhejeke mezin pêkhatiye. Gel 80 % aboriya xwe bi çandinî, xwedîkirina sewalan bi rê ve dibe. Herwekî bazirganî û karkerî jî li herêmê heye. Milazgird di deştê de ye. Bi havînan germ û ziha, zivistanan berfî û sar e.
Li herêmê ji xeynî Hûrrî û mîrîtiyên Kurdan, Ûrartûyan, Makedonî, Bîzansî, Ûrisan, Selçûkî, Safewî û Osmaniyan desthilatî kirine. Piştî şikestina Bîzansî koçberên Asyayê pêl bi pêl hatine Kurdistan û Anatolyayê. Dûgela Tirk gelekî nîşaneyên ku hatina wan a Kurdistanê dipesinîne li Milazgirdê çêkiriye. Hersal bi sedema "Vebûna deriyê Kurdistan û Anatolyayê" pîrozbahiyan lidardixe û zarokên dibistanan mecbûrê van çalakiyan dike. Niştecihên herêmê ji xeynî rayedar û memûrên dewletê 100 % Kurd in. Gorî statîstîkên dûgela Tirk 15 % kes Tirkî nizanin li herêmê. Lê ev hejmar zêdetir e.
[biguherîne] Warên dîrokî
Pira Keçkê/Ango pira Keça Qral: Pira Keçkê 2 km dûrê milazgirê ye.Bi duheb kevirên wekhev hatiye çêkirin û dizaynkirin.Ev pir bi dirêjahiya xwe 5'mêtroye,2 mêtro jî bereyawîye.Çawa dixwiyê ev pir bi duheb kevirên xweşik û wek hev hatiye çêkirin û gelek bala mirovan dikêşe. Dîroka çêkirina vî pira han baş nayê zanîn lê tê gotin ku di dema împaratoriya Roma de,hatiye çêkirin.Pir/pira bi hemû zindewariya xwe li pîyaye û balkêşe. Li gorî rêwayetê ji aliyê keça qralê wê demê ve hatiye çêkirin,xet û xalên liser kevirê pirê jî ji aliyê xelkê herêmê ve tê gotin:wekî nîşaneya porê keça qral û şûna pêçiyê wî ye tê şirovekirin.
Pira Xatûnê: Pira Xatûnê destpêka têketina bajarê milazgirê de ye.Liser çemê şekrîkê ku diherike çemê mûradê hatiye avakirin.pira xatûnê di liser rêya di navbera milazgir û kopê de wek eserek dîrokî tê xuyakirin û di dema selçûkiyan de maye.38,mêtro dirêje 7 mêtro jî bibere hê jî ev pir bi awayek çalak tê bikaranîn.
[biguherîne] Çavkanî
- ↑ tuik, 2008
- ↑ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
[biguherîne] Girêdanên derve
39°8′46″Bk 42°32′28″Rh / 39.14611°Bk 42.54111°Rh
|
||||||||||||||||||