Molokan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ûrisên molokan (1870)

Molokan, an jî ûrisên molokan[1] (bi rûsî: Молокане, molokanye yan jî молоканин, molokanîn) mirovên ku li dîjî tevgerên Peterê Mezin rabûne, baweriya xwe bi şêwazeke jiyanê û tevgereke olî bi navê molokanîzmê anîne

Molokan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Molokanîzm, tarîkateke ku ji Dêra Ortodoksan veqetiyaye. Ev vegetandin ji 28ê adara 1805an heya 22ê adara 1809an dom kir. Molokanên ku li herêmên Saratof û Dambûx diman di wê demê de bi rûsan re guftegofek derket. Li gorî baweriya rûsan, kevneşopiyek hebû ku heftiyên du caran dikarîbûn şîr vexwûn. Li gorî mologana tu astengî li peşiya wan nîn bû, ji bo ku her roj şîr vexwûn. Jixwe di rûsî de peyva Moloko tê wateya şîr û Molokan jî tê wateya kesên ku şîr vedixwûn. Di sala 1682an de, ev kesên ku ji ber vê sedemê ji Dêra Ortodoksan veqetiyan, ewilî li bakurê Qefqasyayê û dûv re jî li parêzgehên Tiflîs, Êrîvan û Bakû yên li ser sînorên Osmanî û Îraniyan de hatin bicîkirin.

Di şerê osmanî û ûris ê 1876-1877an de, ev kes ji aliyê ûrisan ve li Qersê hatin bicîkirin û bi salan li vir man. Piştî gelek salan ku li vir man, koçî dewletên wek DYAyê û Awistralya bûn. Îro hê jî li Qersê molokan hene.[2]

Molokan di romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di wêjeya kurdan de romana ewil Şivanê Kurmanca de, Erebê Şemo qala molokana li gelek caran kiriye. Her wiha bûyer jî bi piranî li Qersê derbas dibin. Di beşa Merkeba me. Rêncberîya nava Molokana de qala molokanan dike.

"Gundiyê Alêksandrovskê parê vedibûn ser du qebîla yan du tayîfa: nivî molokanê postayanî bûn, nîvî jî meleganê prigûn bû, eva her qebîleke wan ji hev dihatine kivşê her aliyê dîn va; dêra wan û keşîşê wan ji hev başqe bûn."

Li gorî Erebê Şemo, molokan di nav xwe de jî ji hev cûda dibûn û her wiha dêrên wan û keşayên wan jî ji hev cûda dibûn.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ereb Şemo (1994). Şivanê kurd. Wêşanên Deng, Stembol
  2. ^ "www.molokane.org".
  3. ^ Erebê, Şemo (2019). Şivanê Kurmanca. Enqere: Lîs. r. 21. ISBN 978-605-7535-48-1.