NRT TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
NRT TV HD
Destpêk2010
WelatSilêmaniyê, Kurdistan
ZimanKurdî
Qada weşanêRojhilata Navîn
Malperhttp://nrttv.com/
Berdestî
Peyik
Eutelsat 7 West AFrekans: 12521 Polarîte: V Sembol: 27500
Medyaya bi Streaming
NRT TVhttp://nrttv.com/

NRT TV ji aliyê şîrketa Nalia Radyo û Televîzyonê ve li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kanala nûçeyan ya NRTyê bi navê Nalia TV[1] hate destpêkirin. Shaswar Abdulwahid Qadir xweyî û avakarê şirketa Nalia Media Corporation e. Bi îdiaya medyayeke serbixwe vê kanalê dest bi weşanê dide kirin. Di 17ê sibata 2011an de di heftiya yekem ya vebûna kanalê de, kanal tê şewitandin, dû re cardin vedibe. Kanal di 2017an de di pêvajoya Referandûma Kurdistanê de piştgiriyê dide kampanyayên "Deng bide NA-yê".[2]

Nalia Media Corporation ji van pêk tê:

1 – NRT HD: Kanaleke peykî ye ku di 2010an de dest bi weşanên bi soranî û badîni kiriye.
2 – NRT2: Kanaleke bo weşanên hunerî û kêfî ye ku di 2012an de dest bi weşanê kiriye.
3 – NRT Erebî: Kanaleke nûçeyan yê peykî ye ku di 2016an de dest bi weşanê kiriye.
4 – Nalia FM: Stasyoneke radyoyê ye ku di weşanên xwe de cih dide muzîk û nûçeyan. Di

2010an de dest bi weşana xwe dike.

5 – Nalia Media Academy: Enstîtuyeke perwerdehiyê ye ku di 2015an de vebûye.
6 – Pam Media: Şirketeke produksiyonê ye ku di 2014an de ji bo reklamçêkeriya bo xizmetên ticarî hatiye avakirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ David Romano, Mehmet Gurses (2014). Conflict, Democratization, and the Kurds in the Middle East: Turkey, Iran, Iraq, and Syria. Springer. r. 157. ISBN 978-1-137-40999-7.
  2. ^ "Hevpeyvîna Medyaya Rûdawê yê bi Shaswar Qadir re (bi îngilîzî)". 25 tîrmeh 2017.