Newroza Amedê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Newroza Amedê yan jî Pîrozbahiya Newroza Amedê bernameyeke pîrozkirina Newrozê ya herî mezinê li Bakurê Kurdistanê ye û bernameya pîrozbahiya Newrozê ya herî mezinê li cîhanê ye ku di bernameya Newroza sala 2013an de nêzîkî 2 milyon welatî beşdarê şahiya Newrozê bûne.[1] Bername her sal di 21ê adarê de li Amedê li Parka Newrozê ya Amedê tê pîrozkirin ku her sal di navbera 900.000 û 1.200.000 kes beşdarê şahiya Newrozê dibin. Di bernameya Newroza sala 2024an de hezar kes ji bo xebat û organîzekirinên roja Newrozê de wezîfe werbigirin ji aliyê komîteya amadekariyê ve hatine erkdar kirin.[2] Ji bo ku bernameya Newrozê bişopînin 223 rojnamevanên biyanî û xwemalî beşdarê bernameya Newroza Amedê ya sala 2024an bûne.[2] Tê texmînkirin ku ji bo pîrozbahiya Newroza sala 2024an de ji 900.000 kesê zêdetir welatî beşdarê Newrozê bûne. Her sal ji gelek welatan hunermend, siyasetmedar û çavdêriyên mafên mirovan ji bo bernameya Newroza Amedê têne bajêr û beşdarê bernameya Newrozê dibin.

Amadekarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo amadekirin û bernameya Newroza Amedê her sal di despêka meha adarê de ji bo bernameya Newrozê xebat têne destpêkirin. Ji bo bernameyê amade bike komîteya amadekariya Newrozê ku ji çend kesan pêk tên têne hilbijartin û komîte ji bo bernameyê dest bi xebatên xwe dike.[3] Hemî serlêdanên fermî, xebat û planên pîrozbahiyê aliyê komîteya amadekariyê têne diyar kirin û têne birêvebirin.[3] Di nav erk û berpirsyariya komîteyê de amadekariya bernameya Newrozê, amadekariya lîsteya axaftina siyasetmedarên ku beşdarên Newrozê dibin, amadekariya lîsteya hunermend û muzîkjenan û pêşîlgirtin û astengkirina bûyer û provokasyonan heye.[4] Erk û berpirsiyariya komîteyê ji destpêka xebatan dest pê dike û bidawîbûna şahiya Newrozê re jî bi dawî dibe.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekem Newroza girseyî ya li Amedê di sala 1991ê de di bin qedexekirina rewşa awarte ya dewleta tirk de ku li seranserê Bakurê Kurdistanê ragihand dibû bi beşdariya 1000 kesî li Qada Şêx Seîd hatiye pîrozkirin. Di sala 1992an de jî bi heman hincetê dîsa li hemberê qedexekirinên rayedarên dewleta tirk li Amedê li ber deriyê partiya HEPê ji aliyê girseyek gel ve ku ji 1000 kesan pêk dihatin hatiye pîrozkirin. Bi agirbesta yek alî ku ji aliyê PKKê ve hatibû ragehandin li bajêr li gorî salên borî Newroza sala 1993an hinek bi sekanî derbas bûye.[5]

Yekem Newroza ku li bajêr bi girseyek zêde tê pîroz kirin Newroza sala 1997an e ku nêzîkê 15 hezar amedî beşdarê Newrozê dibin. Newroza sala 1997an li Qada Bajarêrojava tê pîrozkirin û piştî bidawî bûna pîrozbahiya Newrozê ji aliyê welatiyên ku beşdarê şahiya Newrozê dibin ji Qada Bajarêrojava heya Qada Şêx Seîd meş tê lidarxistin. Li hemberî qedexekirina pîrozbahiya Newroz a sala 1998an de carek dîsa bi beşdariya 10 hezaran Newroz li Qada Bajarêrojava ji gelên bajêr ve hatiye pîrozkirin.[5]

Newrozê sala 2000an bi girseyeke mezin hatiye pîrozkirin ku li gorî texmînan nêzîkî 500.000 kes beşdarî Newrozê bûne. Yekem Newroza ku gihişte beşdarî ya 1 milyon kesan Newroza sala 2003an e ku ji aliyê 42 saziyên bajêr ve hatiye birêvebirin û hatiye lidarxistin. Pîrozbahiya Newroza sala 2003an ji maseya krîzê ya ku li Enqereyê ji aliyê hikûmetê ve hatibû avakirin bi zindî hatibû temaşekirin.[5]

Di sala 2012an de careke din dîsa Newroz ji aliyê dewleta tirk ve tê qedexekirin. Li hemberî qedexeyan ji çar aliyê bajêr ve gel derbasê qada Newrozê dibin ku li gorî texmînan nêzîkî milyonek kes beşdarî Newrozê dibin û Newroza sala 2012an hatiye pîrozkirin. Newroz herî qerebalixê li bajêr Newroza sala 2013an e ku wekî Newroza dîrokî hatiye binavkirin û li gorî texmînan nêzîkî 2 milyon kes beşdarê Newrozê bûne. Newroz sala 2015an yekem Newroz bû ku ji bo pirsgirêka Bakurê Kurdistanê di dema hevdîtinên rêberê PKKê Abdullah Öcalan û rayedarên dewleta tirk de hatiye pîrozkirin.[5]

Di pîrozbahiya sala 2017an de ciwaneke kurd bi navê Kemal Korkut li xala polêsên tirk ji aliyê polêsên tirk ve hatiye kuştin.[6] Rayedarên dewleta tirk di destpêkê de Kemal Korkut wekê kesekî xwekuj ku pê re bombe hebûye di medyaya tirk de belav dike. Piştî wêneyên kuştina Kemal Korkut ku ji aliyê rojnamevan Abdulrahman Gök ve tê belavkirin hatiye zanîn ku dema Kemal Korkut tê kuştin tazî ye û tu tiştek lê nîne. Piştî diyarkirina nasnameya wî tê diyar kirin ku Kemal Korkut xwendevaneke Zanîngeha Meletiyê ya Beşa Muzîkê bû.[5][7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "2 milyona yakın kişi Newroz alanında!". Evrensel (bi tirkî). 21 adar 2013. 2 milyona yakın kişi Newroz alanında! [Nêzîkî 2 milyon kes li Amedê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn]
  2. ^ a b "Newroz Amedê (Vîdeo Nûçe)". www.instagram.com. Roja gihiştinê 21 adar 2024.
  3. ^ a b "Ji Komîteya amadekariyê ya Newrozê bangawazî: Agirî azadiyê li Amedê bilind bikin". Artı Gerçek (bi tirkî). 19 adar 2024. Ji orîjînalê di 22 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2024.
  4. ^ "Komîteya amadekariyê Newrozê mudaxaleyê koma "Nasyonalîstên Kurd" kir". sendika.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 adar 2024.
  5. ^ a b c d e "Newroza Amedê mohra xwe li dîrokê xistiye". Politikahaber.
  6. ^ "Kemal Kurkut li cihê ku lê hatiye qetilkirin hate bibîranîn". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 adar 2024.
  7. ^ "Doza Kemal Kurkut". Uluslararası Af Örgütü (bi tirkî). 22 nîsan 2015. Roja gihiştinê 24 adar 2024.