Xwînber

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêkhateya xwînberê

Xwînber an jî lûleya xwînber (bi îngilîzî: artery) corekî lûleyên xwînê ye.

Xwîna zikokeyên dil, bi sîstola dil (bi girjbûna zikokeyan) ji dil diherike nav lûleyên xwînê û belavê şaneyên laş dibe. Ev lûleyên ko xwînê ji dil dûr dixin wekî xwînber bi nav dibin. Bi gelemperî, dîwarê hemû xwînberan stûr e[1], lê ji ber pestoya xwînê, dîwarên xwînberên nêzikê dil hê pirtir stûr e[2] . Şaxwînber (aort), xwînbera pişikan û xwînberên nezikê van xwînberan, wekî xwînberên qayîşokî tê binavkirin[2]. Hê pirtir rîşalên qayişokî di nav dîwarê xwînberên qayişokî de cih digire.

Dîwarê xwînberan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîwarê xwînber û xwînhêneran ji sê çînan pêk tê. Navê van çînan; Çîna derve (Tunica externa), Çîna naverast (Tunica media) û Çîna navî (Tunica intima) e. Pêkhatê û stûriya van çînan li gor erkê xwînber û xwînhêneran ava bûye.

Dîwarê Xwînberan

Çîna (tewq) navî (Tunica intima)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev çîna lûleyê, ji qorên rûkeşeşane (şaneya rûkeş), bestereşane (şaneya bester) û rîşalên qayişokî pêk tê. Rûkeşeşane ji rêzek(qorek) xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê. Ne tenê xwînber, lê hundirê hemû core lûleyên xwînê bi rêzek xaneyên epîtelî ve hatiye niximandin. Ev beşa şaneya epîtelî(rûkeşe şane) wekî endotelîum tê binavkirin. Çîna endotelîum ji lûleyên xwînê, hetanê guhike û zikokeyên dil didome[2]. Rûyê endotelîumê lûs (hilû ) e, loma xwîn bi hêsanî di nav dil û lûleyên xwînê de diherike. Ango edotelîum, rê li ber lêkxişana navbera xwîn û lûleyên xwînê digire. Li binê endotelîumê de pêkhateyek bi navê perdeya binyat (bi înglîzî: basement membrane) heye. Ev pêkhate endotelîumê bi qata bestereşanê yê ve girê dide û dîwarê lûleyan zexm dike. Xaneyên endotelîumê, madeyen pewîst, yên wekî xurek, av, oksîjen û hvd bi navbeynkariya perdeya binyat, ji bestereşaneyê digire. Beşa dawî ya çîna navî ji qata rîşalên kayişokî (elastic fibers) û rîşalên kollogenî (collagenous fibers) pêk tê. Bi hebûna van rîşalan, dîwarê lûleya xwînê hê pirtir zexmtir û qayîşokî dibe. Her wisa eger ji ber bîrîndarbûnê, zîyanek bigihîje lûlelyan û xwîn ji lûleyê biçe, rîşalên kollogenî alîkariya xwînmeyînê jî dike.

Çîna (tewq) naverast (Tunica media)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi gelemperî ev çîn, qata herî stûr a xwînberan e. Ev çîn, ji qatên lûsemasûlke û bestereşane pêk tê. Hin ji masûlkeyan bi şêweyek bazinî û hin jî dirêjkî bi cih bûne. Xavbûn û girjbûna masûlkeyên bazinî, lumena lûleyê teng dike an jî fireh dike. Bi vî awayê pestoya xwînê û herika xwînê ya nav lûleyan diguhere. Girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji aliyê demarên taybêt ên lûleyan ve tê birêvebirin. Komek xaneyen demarî (demarexane) li ser dîwarên lûleleyên xwînê de cih digire, ev demarexaneyan wekî demarên lûleyê (nervi vasorum) tê binavkirin[3][2]. Ji xeynî demarên lûleyê, demarekoendama xweyî û hin hormon jî bandor li ser lûsemasûlkeyên lûleyên xwînê dikin. Lûsemasûlkeyen çîna naverast, bi tora rîşalên kollegenî tê destekkirin. Li gel destekkirina masûlkeyan, rîşalen kollogenî çîna naverastê bi çîna derve û bi çîna navîn ve jî girê dide. Di nav rîşalên kollogenî û derdora rîşalên kollogenî de qatek rîşalên kayişokî heye. Qata rîşalên qaîşokî çîna naverastê ji ya derve cihê dike. Rîşalên qaîşokî tenê di dîwarên xwînberên nezîkê dil (Xwînberên qaîşokî) de heye.

Çîna (tewq) derve (Tunica externa, Tunica adventitia)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev çîna dîwarê lûleya xwînê, ji bestereşaneyê pêk tê. Bi gelemperî ji rîşalên kollogenî pêk tê. Li dîwarê xwînberan de li gel rîşalên kollogenî, hin rîşalên qayişokî jî cih digire. Çîna derve, xwînberan bi şane û endamên derdor ve girê dide. Bi vî awayê cih û şiklê xwînberan naguhere, sabît dimîne. Li ser xwînber û xwînhênerên gewre de hin lûleyên zirovok hene. Wan lûle wekî, lûleyên lûleya (bi latînî: vasa vasorum) bi nav dibe[2]. Dîwarê xwînber û xwînhêneran stûr e û ji çendan çîna pêk tê, pêdiviya xaneyan bi madeyên nav xwînê heye. Lûleyên lûleya, madeyên pêwîst, yên wekî oksîjen, xurek, hormon av û hvd. di nav xwînê de digihînin xane û şaneyên li dîwarê lûleyên xwînê.

Navkirina xwînberan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binavkirina xwînberan

Şaxwînber (Aort) xwînbera sereke ye[4] . Şaxwînber ji zikokeya çep a dil dirêjî laş dibe, ji xeynî xwînbera pişikan, hemû xwînber û xwînberok ji şaxwînberê şax dibin. Bi gelemperî xwînber navê xwe ji endam an jî şaneyan digirin. Wekî mînak; xwînbera kezebê, xwînbera pişikan. Ango xwînber, xwînê ji dil digihîjîne kîjan endamê , navê wê endamê digire. Gava mirov dibêje xwînbera gurçikê, diwê mirov wisa fahm bike; “xwîna ji dil derketiye, ber bi gurçikan ve diherike”. Xwînber her ko ji dil dûr diçin teng dibin, pêşî dibin xwînberok, xwînberok jî hê pirtir şax didin û lûleyên ziravok, ango mûlûleyan pêk tînin.

Hin taybetmendiyên xwînberan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji dîwarên xwînberan jimartina dillêdanê

Pestoya xwînê ya nav xwînberan berz e. Heke ziyanek bigihîje xwînberan, rawestandina xwînçûyînê gelek dijwar e. Ji ber vî sedemê, hemû xwînber ji çerm dûr, di nav kûrahiya şaneyên laş de dirêj dibin. Ev lûleyên ko li bin çermê dest û mil û çîpên mirov de dixuyê, ne xwînber, lê xwînhêner in. Di laşê mirov de, ji bilî xwînbera pişikan, hemû xwînber, xwîna têroksîjenî diguhezînin şane û xaneyên laş. Xwînbera pişikan xwîna kêmoksîjenî diguhezîne pişikan. Pestoya xwînê ya nav xwînberan li gor çerxa dillêdanê diguhere. Dema sîstola dil de pestoya nav xwînber berz e, loma xwînber fire dibe. Dema dîastola dil de pestoya xwîna nav xwînberê nizm dibe û xwînber teng dibe[1]. Ji guherîna pestoya ser xwînberên li zend, li stu, li çîp de mirov dikare kutana dil seh bike, an jî hejmara dillêdanê bihejmirê .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  2. ^ a b c d e OpenStax CNX. Mar 22, 2018 p 460 [1]
  3. ^ nervi vasorum. (n.d.) Medical Dictionary. (2009). Retrieved August 4 2018 from [2]
  4. ^ Brainard J., Henderson R. (2013) CK-12's College Human Biology FlexBook. CK-12 Foundation, [3]