Percy Williams Bridgman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Percy Williams Bridgman

Percy Williams Bridgman (* 21'ê avrêlê 1882 li Cambridge, Massachusetts; † 20'ê gelawêjê 1961 li Randolph, New Hampshire) fîzîknasekî DYAyî bû. Sala 1946Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguherîne]

Sala 1900'î dest bi perwerdeya fîzîkê li zanînegha Harvard dike. Sala 1905'î dest bi lêkolînên li ser termodînamîka materyalên di bin mezin-barê de ne dike. Sala 1908'î doktoriya fîzîkê digire. Li heman zanîngehê heya sala 1954'î dixebite. Ji sala 1910'î pê ve dersdariyê dike. Sala 1919'î asîstentprofesor û sala 1926'î de jî dibe profesorê matematîk û fîlozofiya xwezayê.

Bandora xwe wekî Robert Oppenheimer, li gelekan kiriye. Sala 1912'î evînmarî dibe (dizewice). Hevalê yek ji mezinên rêbaza tevgerzaniyê B. F. Skinner bûye.

Bridgman ji gelek cihan doktoriya şerefê wergirtiye:

  • Stevens Institute (1934)
  • Harvard (1939)
  • Brooklyn Polytechnic (1941)
  • Princeton (1950)
  • Parîs (1950)
  • Yale (1951)

Xelatên wî[biguherîne]

  • Rumford-Medaille a American Academy of Arts and Sciences
  • Cresson-Medaille a Franklin Instituts
  • Roozeboom-Medaille a Akademiya zanistiyê ya keyaniya Holenda
  • Comstock Prize a National Academy of Sciences
  • New York Award a Research Corporation.
  • Endamtiya Royal Society û endamtiya şerefê ya Physical Society (London). Ji ber nearamiya giran a nexweşiya şêrpenceyê dawî li jiyana xwe dide.

Berhem (li kurdî nehatine wergerandin)[biguherîne]

  • Dimensional Analysis ISBN 0-404-14774-7
  • The Logic of Modern Physics (1927); )
  • The Physics of High Pressure (1931)
  • The Thermodynamics of Electrical Phenomena in Metals (1934)
  • The Nature of Physical Theory (1936)
  • The Intelligent Individual and Society (1938)
  • Nature of Thermodynamics (1941)
  • Reflections of a Physicist (1955)
  • The Way Things Are (1961)