Sokrates

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sokrates

Sokrates yan Sokrat (bi yewnanî: Σωκράτης (Sokrátes) 470 bz399 bz) fîlozofekî Yewnanîstana Kevn û rûniştvanê Atînayê bû. Ew yek ji fîlozofên herî bibandor yên hemû deman û wek bavê felsefeya Rojavayê têt hesibandin. Sokrates yekem kes bû ye ku etîk anî nav felsefeya ku berî hingê bi felsefeya siriştî û fîzîkê dagirtî bû.

Hemû armanca felsefeya Sokrates baştirkirina mirovan bû. Wî xwest bi pirsînê wisan bike ku xelk têgihên dirist peyda bike daku bigihe zanîna rast. Sokrates bawer dikir ku ger mirov bi rastî bizane qencî çi ye, mirov dê wê bike.

Sokrates bi xwe ti car fêre û baweriyên xwe nenivîsîn lê ew bi rêya dîdaktîkê fêrî xelkê dikirin. Lê navdartirîn şagirdê wî, Platonî gelek ji diyalog û suhbetên wî yên bi xelkê re nivîsîn.

Jiyan[biguherîne]

peykelek Sokratesî ji sedsala yekem, ji Louvre

Sokrates wek kes bi piranî mîna razek dîrokî maye. Wî bi xwe ti tişt nenivîsiye loma her tişta ku em ji wî dizanin, ji kesên din ji me re maye. Bi taybetî Platonî, Ksenofonî, Arîstofanesî û hin hevdemiyên wî yên din li ser wî nivîsiye. Giannantoni hemû gotinên hevdemiyên Sokratesî yên li ser wî di pirtûka xwe Socratis et Soraticorum Reliquiae de berhev kirine.

Gelek pirsgirêk di van gotinên li ser Sokrates de hene, û dijwar e bêt zanîn ka kîjan ji wan agahiyan rast û kîjan jî bêbingeh in. Bo nimûne, Arîstofanes satîrîst bû loma belkî pirraniya gotinên wî yên li ser Sokratesî tinazî, zêdebarî yan jî derew bin. Herçi Platon e, wî jî wek yewnaniyên serdema xwe bi azadî raman, teorî û baweriyên xwe dixistin devê Sokratesî.


Peykeltiraş, şerrvan û fîlozof[biguherîne]

Bavê Sokratesî, Sofronîskos peykeltiraş û diya wî Faynaretepîlik bû. Sokrates jî pêşî wek bavê xwe peykeltiraş bû lê paşî zû bû sofîst. Ew baş di xwendinê, nivîsînê, jîmnastîkê û muzîkê de hatibû perwerdekirin.

Li gor diyalogan, Sokratesî tenê du mamoste hebû: rêzimannas Prodîkos û herwiha Diyotîma ya ku qeşe-jinek mantîneyî bû û Sokrates fêrî erosê anku evînê dikir. Ji gelek diyalogan diyar e ku Sokratesî hay ji teoriyên Parmenîdesî û Anaksagorasî yên hevdemiyên xwe hebû. Çavkaniyên dîrokî bi gelemperî wan herduyan wek mamosteyên Sokratesî dihesibînin.

Dîroknas Thukydides di pirtûka xwe Cenga Peloponî de dibêje ku Sokrates jî beşdarî ceng û şerrvan dibû. Wî serbaziya xwe ya du-salî hê di ciwaniya xwe de kiribû. Ew di hêzên peyade yên bi giranî çekkirî de şerrvan bû. Têt bawerkirin ku wî di cengan de gelek qehremanî kirin lê nedixwest şan û şeref û navdarî bibe para wî lê her nefbiçûkî dikir. Tê bawerkirin ku wî ta Ksenofon bi xwe jî ji mirinê xilas kir.

Tam ne diyar e ku Sokrates çi kar dikir daku jiyara xwe misoger bike. Diyar e ku wî ked û kesp nedikir lê xuya ye ku bi temamî karê destan yê binemala xwe bi cih nehêla. Hin çavkanî bawer dikin ku wî di ber hin karên din re peykel bo Akropolîsê çêdikirin. Platon dibêje ku Sokratesî qebûl nedikir ku xelk bo meaşê perwerdekariyê bidiyê ji ber ku Sokratesî fêrkirina xelkê wek erkekî ji xwe re didît. Lê Ksenofon di pirtûka xwe ya bi navê Cejn de dibêje Sokratesî muçeyê xwe ji şagirdên xwe werdigirt, û Arîstofanes jî Sokratesî û hevalê wî Xayrefonî (Khairefon) wek mamosteyên dibistanek sofîzmê dide pêş me. Ne dûr e ku Sokrates bi alîkariya dostên xwe yên maldar û hêzdar yên wek Alkîbiyadesî jî jiyara xwe dikir.

Lê çawan be jî, Sokrates bû yek ji mezintirîn fîlozofên hemû serdeman. Li gor Platonî, jiyana Sokratesî ya felfesî ji dil hingê dest pê kir dema ku dostê wî Kayrefonî ji Orakelê Delfoyê pirsî ka gelo ti kesê ji Sokratesî hişmendtir heye. Orakelî got na. Sokrates mat û ecêbgirtî ma ji ber ku wî xwe hişmend û biaqil nedihesiband. Loma piştî gotinên orakelî, Sokrates dest bi gerrîna kesên ji xwe aqildartir kir. Ew rabû li bazarr û nav mirovan hat û çû li gel hemûyan ket suhbet û nîqaşan. Di nîqaş û gengeşeyan de wî hemû zanîna xelkê ya li ser ka çi qenc û çi jî xirab e xist ber pirs û gumanan. Armanca wî ne pûçkirina baweriya xelkê lê dîtina rastiyê bû. Wî teknîkek nîqaşkirinê bo xwe dirist kir ku paşî em bi navê Metoda Sokratesî dinasin. Di vê teknîkê de ew bi xwe xwe li nezaniyê didane û daxwaza fêrkirinê ji xelkê dike. Sokratesî ev metod anku azîne bi taybetî bo vekolîna baweriyên sincî anku exlaqî yên serdema xwe bi kar dianî. Ji ber wê ye Sokrates wek bavê etîkê û felsefeya sincî têt nasîn.

Sokrates bi taybetî dijî sofîstan bû. Bi baweriya wî armanca sofîstan ne peydakirina rastiyê lê tenê biserketina di nîqaşan de bû. Herwiha sofîstan digot ku ti rastiya bêguman nîne lê Sokrates bi tundî dijî wê baweriyê bû. Lê bi çavên xelkê Sokrates jî yek ji sofîstan bû.


Darizandina Wî[biguherîne]

Qedeha jehrê ji Sokratesî re têt (Daniel Nicholas Chodowiecki)
Mirina Sokratesî (Jacques-Louis David, 1787)

Xelk ji ber jîrî û aqildariya Sokratesî jê hesûd bû, û xelk ji zîrekiya wî ya nîqaşê û teknîka wî ya bêşerm gelek kes aciz û bêzar dikirin. Wî bi asanî bi kesên xwe mezin dikirin dida zanîn ka ew nezan û ehmeq in. Loma kesên ku di nîqaşan de li hemberî wî têk diçûn, zilm yan jî galte pê dikirin. Sokratesî her tişt dixist ber pirs û gumanan û bêguman ev ne bi dilê desthilatdarên wê demê jî bû ji ber ku xelkê çav li wî dikir û sernermî nedikir.

Taliyê desthilatdarên Atînayê ew li ser daxwaza hin helbestvanan, kedkaran û retoran girt ji ber ku Sokratesî ew dabûn şermê. Tawanên ku hatin avêtin ser Sokratesî yek jê "xirabîkarê ku ciwanan diherrimîne" û yek jî henekkirina bi xwedayan bû "ji ber ku ew ne xwedayên dewletê lê yên xwe diperêse". Sokrates xwe neparast lê rabû zêdetir awayê xwe yê berê domand û atînayî ji berê jî zêdetir bênteng kirin. Loma di civata mêrên azad de bi 280 dengan dijberî 221 dengan birryar hat dan ku divê ew bêt kuştin. Sokrates hat neçarkirin ku qedehek jehrê vexwe.

Armanca dozgeran pêşî ne kuştin lê tirsandina Sokratesî bû. Paşî gelekan sedemê têkçûna Sokratesî ya li dadgehê kiriye ew ku Sokratesî ti parastinek baş bo xwe amade nekiribû. Piştî wî bi sedsalan fîlozofan parastin bi wê hêcetê nivîsîne. Ya ji hemûyan naskirîtir Axiftina Xweparastina Sokratesî ya Platonî nivîsî ye.


Pirsa hebûna Sokratesî[biguherîne]

Hin kesan pêşkêş kiriye ku Sokrates tenê kesek xeyalî ye ku Platonî afirandiye û Ksenofonî û Arîstofanesî jî jê wergirtiye nav nivîsên xwe ji ber ku wan bi xwe newêriyaye wan gotinên xwe bibêjin loma xistine devê kesek tineyî. Lê ti bingehek xurt bo vê baweriyê nîne ji ber ku hê ji berî mirina Sokratesî û berî Platon diyalogên xwe bi nivîse, Arîstofanesî pirr bi nebaşî li ser wî dinivîsî.


Metoda Sokratesî[biguherîne]

Sokrates suhbetê dike

Giringtirîn diyariya Sokratesî bo felsfeyê metoda wî ya pirsîn û fêrkirina bi rêya diyalogê ye. Jê re metoda sokratesî (elenxos, elenkhos) têt gotin. Ev metod bo nehêlana hîpotezan têt bikaranîn daku tenê hîpotezên herî xurt bimînin piştî ku hîpotezên qels ji ber nakokiyan tên avêtin. Bingehê metoda sokratesî ew e ku bikarînera/ê metodê komek pirsan dike daku lojîka kesên pirs jê tên kirin û faktayên ew bawer dikin bên cerribandin. Ev pirs wisan dikin ku baweriyên kesa/ê bersiva pirsan dide diyar bibin û bêt zanîn ka ew çi metodan û çi lojîkê di ramîna xwe de bi kar tîne.

Metoda sokratesî herwiha bi "metoda pîlikiyê" (maieutikos) jî têt nasîn. Wek têt zanîn, pîlik ew kes e ya alîkariya jinekê dike daku zarroka/ê xwe biwelidîne. Sokrates jî bawer dikir ku rastî di mirovî bi xwe de ye lê divê alîkariya wî bêt kirin daku wê zanînê biwelîdîne anku ji xwe peyda bike. Pirsker wisan rastiyê ji kesa/ê jê têt pirsîn "diwelidîne" û bi vî awayî wî fêr dike. Ev tek metoda klasîk e ku têt zanîn bi rastî jî ramanwerên serbixwe diafirîne.

Sokratesî ev metoda xwe bi taybetî bo vekolîna baweriyên sincî bi kar dianî. Loma Sokrates nemaze wek bavê etîkê û felsefeya sincî têt nasîn. Ew bi vê metodê pê hesî ku xelk van qenciyan diecibîne: dîndarî, hişmendî, nefsbiçûkî, wêrekî û dadperwerî. Sokratesî her digot ku jiyan bêyî lêkolîn û vekolînan (diyalogan) ne hejî jînê ye.

Felsefeya wî[biguherîne]

Ne asan e baweriyên felsefî yên Sokratesî yek bi yek bên pêşkêşkirin ji ber ku wî bi xwe ti tiştê xwe yê nivîsî ji me re nehêlaye. Loma em neçar in xwe bispêrin gotinên Platonî û Ksenofonî yên li ser Sokratesî lê mixabin ev gotin jî carine bi nakokiyan dagirtî ne. Baweriyên Sokratesî bi xwe bi hezaran salan bûne gengeşeyên dijwar yên felsefî û pirr şerrenîx li ser hindê hebûye ka gelo kîjan ji van gotinên Platon dibêje bi rastî yên Sokratesî ne û kîj jî Platonî ji nik xwe ve lê zêde kirine. Kêm girov (delîl) hene bo ku em bizanin ka kîj bawerî yên kê ji herduyan in. Bo nimûne, ne gengaz e bêt zanîn ka fêreya îdeayî baweriya Platonî ye yan hê Sokratesî ew afirandibû.

Sokrates di nîgara Rafaelî Dibistana Atînayê de

Hin kes bawer dikin ku Sokrates bi xwe ne xwediyê hin helwest û nerînan bû ku bixwesta wan li ser xelkê bisepîne lê tenê dixwest bi rêya suhbetan wan ji xwe bi xwe bide agadarkirin. Lê di vê yekê de jî yekdengiyek di navbera vekolerên Sokratesî de peyda nebûye.

Lê tişta ku fîlozof li ser felsefeya Sokratesî yekdil û yekdeng in ew e ku Sokratesî bawer dikir ku mirov qet ne hewceyî lêkolîn û zanistên siriştî ne lê pêdiviya wan bi gotûbêjên li ser sinc û exlaqî heye. Bingehê vekolînên wî gotina Orakelê Delfoyê "xwe binase" bû. Sokratesî gelek ji ramanên xwe yên zêrrîn ne bi rêya fikirîna bi tenê lê ji suhbetên li gel xelkê peyda kirin. Herçi Sokrates ne li ser tenê mijarekê yan çend mijaran danûstandin dikir lê pirraniya gotûbêjên wî li ser hindê bûn ka gelo mirovê çawan qenc e û çêtirîn awayê desthilatdariyê bo birêvebirina xelkê çi ye.


Zanîn[biguherîne]

Sorkatesî gelek giranî dida wê yekê ku "ez bi xwe ti nizanim".

Sokratesî ev gotin wek bingehê hişmendiyê bo baweriyên sincî exlaqî bi kar dianî. Sokrates bi suhbetên xwe yên li gel xelkê gihişt vê baweriyê jî. Sokrates pê dihesî ku suhbetkerên li gel wî ti nedizanî lê bawer dikir ku pirr zana ne. Sokratesî bawer dikir ku eger ew bizane ku ti tiştî nizane ev têt wê wateyê ku ew tiştekî dizane lê xelk tenê bawer dike ku pirr zana ne lê di rastiyê nezan in.

Lê dîsan jî Sokrates di wê baweriyê de bû ku ew xwediyê zanînekê ye anku "hunera evînê" û "evandina hişmendiyê" anku felsefeyê. Sokratesî bawer dikir ku evîn ne hezkirina ji kesekî lê ji hişmendiyê anku aqildariyê, zanînê û qenciyê ye. Sokratesî nedigot ku ew bi xwe hişmend e lê bawer dikir ku ew dizane divê mirov bi kîjan rêyê ve bimeşe daku bibe hişmend.

Di pirtûka Ksenofonî ya bi navê Cejn de Sokrates xwe dişibîne pîlikekê anku jina ku di welidîna zarrokê de alîkariya diya wê dike û dibêje ku ez bi xwe ji ramanan stewr (jina yan ajelan ku zarrok jê nawelidin) im lê dikarim bi rêya suhbetan îdeayan bi xelkê dibim afirandin.


Qencî[biguherîne]

Sokrates û Alkibiyades (ji nîgara De Figuris Veneris ya Friedrich Karl Forberg)

Suhbetek pirr gelemper ya di fêrkirina şagirtan de li ser hindê bû ka mirovê qenc divê çawan be anku divê mirovî çi taybetmendiyên qenc hebin. Bi baweriya Sokratesî berztirîn qencî ew e ku mirov ji rastiyê û têgihiştinê xemxwer be û baştirîn awayê jînê ew e ku mirov xwe di zanînê de pêş bixe û ne hemû hêza xwe bide berhevkirina malê dinyayê. Sokratesî digot ku dewlemendî qenciyê bi xwe re naîne lê qencî dewlemendiyê jî dide.

Bi baweriya Sokratesî zanîn û qencî zeft bi hev ve girêdayî ne. Qencî bi xwe zanîn e ji ber ku eger mirov bizane qencî çi ye, mirov dê li gor wê bi zanetî bixebite. Mirovê qenc ew e ku bi karê xwe, ne tenê bi nerîn û helwestên xwe, qenc e.

Girêdanên derve[biguherîne]