Laş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Laş (ango leş) tê wateya ser û dest û û pişt û zik û her dera mirovekê/î yan ajelekê/î.

Di kurdî de leş bi van gotinan jî tê navandin: cesed, cism û gewde.

Zanînên me yên li ser derveder û lebta laşê mirov, hê ji piçûkayî ve, bêhtirên caran nêzîrkî rastiya zanîstî ne. Lê kêm-zêde ew zanîn bi tenê naskirina qaşûl (çerm) û wêne û kêsmê mirov e. Ew wêne bi me xweşik e, yan nexweşik e. Dîtinên û berhemê hunermendên reyalist, yên heyamên berê, bi gelemperî, bûne pîvan û endaza xweşikbûn û nexweşikbûnê.

Dibin çerm de hinav û komên organên pir têkel û aloz veşartî ne. Em dikarin di wan organan de parçeyên hê piçûktir bibînin û di wan de jî hê yên piçûktir hene û em dikarin wilo pêde herin ta, ko em bigehine, yên ko ne bi mikroskopan bin nayên dîtin. Her parçe bi form û avakirina xwe ji yên din cê û başqe ye û karûbarê ko pê dirabe jî nîşaneke sereke û taybetî ye.

Avayiya laşê mirov mijara zanistiya, ko jê re dibêjin anatomya ye. Karûbarê, ko laşê mirovî pê dirabe mijara fîzyolojyayê ye. Guhertinên tenduristî yên laşê mirov mijara lêkolînên anatomiya patolojî ye. Guhertinên tenduristî yên karûbarên laşê mirovî mijara lêkolînên fîzolojya patalojî ye. Ev nav tev ji zimanê yûnanî hatine girtin, lê gişt di her zimanî de têne bikaranîn, ew navnetewî ne.

Beşên laşê[biguherîne]

Avabûna Laşê Mirov[biguherîne]

Em dikarin ji du aliyan ve li laşê mirov meyzênin:

  • Ji aliyê avabûna wî ya kîmyayî ve
  • Ji aliyê struktûra parçeyên lêş ve.

Ji aliyê kîmyayî ve laşê mirov bi piranî ji avê ye. Eger giranbûna mirovekî 70 KG (Kîlo Gram) be, ji wê 45 KG av e, 14 KG protein e, 7 KG bez e, 0. 5 KG glycid e (bixwêne glîsîd!) û 3.5 KG çend texlîtên xwê ne. Her ko mirov kal dibe av di laşê wî de kêm dibe. Bê av jiyan nabe, lê ticaran ava xurû di lêş de peydenabe. Hin xwêyên, ko nayên pişaftin di biheketiya dinan û hestûyan de ne. Lê li wir jî ne bê guhertin in.

Nîşana jînê û karaktera wê ya diyar pevguhertina keresteyî (materyalî) ye, ew jî pevguhastina materyal û enerjiyê (tehnê, taqatê) ye. Hemû bizavên jînê enerjiyê xerc dikin. Laşê mirov enerjiyê (xwarinê) ji derve distêne. Mirov xwarinê dixwe: pêşî bi dinanan hûr dike û piştre di ûr û roviyan de dipişivêne. Şanikên lêş jî wê dihêrivênin, dişewitênin. Ev şewtandin enerjiyê dide lêş. Bi enerjiyê organên laş avadibin, yên kevin nû dibin, xwîna ko laş winda bike nû dibe. Laş enerjiyê ji xwe re dike ardû, imbar dike, dike bez. Yek ji giringtirên materyalên, ko laş ji derve distêne oksîcên (oxygenium, O2) e. Oksîcên ji bê bi bêhnkişandinê tê kezeba sor. Ne her materyalê, ko laş distêne dibe enerjî û dikeve nav avakirna organên nû yên lêş de. Pareke mezin jê tê avêtinî derveyî lêş, wek: xwêdan, destava piçûk, destava mezin û bêhnberdana karbonduoksîdê (carbondeoxygenium, CO2). Neberdewamkirina pevguhastina materyal û enerjiyê dike mirina laşê mirov.

Ji aliyê struktûra parçeyên laşê mirov ve, parçeyê bingehîn şanik (cellula) e. Şanik pir piçûk in, ne bi mikroskopê be nayên dîtin. Şanik ji sê peşên sereke biheketiye: navik, li hawîrdorî navikê laşê jîndar û tev di çermê şanikê de ne. Navik û laşê jîndar bi têkiliyên ve pir aloz in. Guhertina materyal û enerjiyê di laşê jîndar de diqewime, lê kodên jîna mirov di navikê de ne, wek: koda tuxum, zayend (cins) ûhd. Çerm şanikê dighîne dinyaya derve û tê ve ardû (xwarinê) derbasdibe hundurû, da were şewitandin û jibermayî ardû jî tê ve têne avêtin. Şanik, zû yan dereng , her yek li gor texlîtê xwe, hinbihin pîr dibin û dimirin. Li şûna wan yên nû çêdibin, lê yên nû jî, hin pîrîtiya gelmper bi wan re heye û ev e sedem û bingiha pîrbûna mirov û dawî jî mirina wî.

Şanikên ji yek texlîtî bi hev re kelex çêdikin. Kêlexên laşê mirov çar in:

Çerm[biguherîne]

Çerm kelexê ko hawîrdorê laşê mirov û organên hindurû dinixumêne û dipêçe. Ji xeynî pêçana lêş û organan, karê çerm pevguhastina keresteyî (materyalî) ye wek: birina oksîcênê û dana xwehdanê.

Hestû[biguherîne]

Hestû kelexê barhêl e, ko karê wî rahiştina laş e. Hestû kelexê di skeletê laşê mirov û kakerîkê de ye. Kakerîk bi dawiya hin hestûyan ve, di zengelor û di guh de ye. Hestû ji hemû kelexên din hişktir e. Ko mirov berbi kalbûnê ve diçe hestû pûçdibin û zûtir dişkin.

Maskûlk[biguherîne]

Maskûlk kelexê ko xwedî karaktera girtin û berdanê ye, kişandin sistkirinê ye. Sê texlîtxên maskulkan hene, ew jî bi erkên xwe ji hev cêne:

Maskûlkên şahîk[biguherîne]

Maskulkên şahîk hêdî hêdî dilivin û karê wan derî vîna mirov e. Ew di roviyên zirav û stûr de ne, di ûr û di çerm de ne.

Maskûlkên kinik[biguherîne]

Maskulkên kinik xurt dilebitin û li gor vîna mirov kardikin, tevlî ko em carna jî bîra vê yekê nabin. Ev maskulk hestuyan di lebitînin û hin organan wek: çav, ziman ûhd.

Maskûlka dil[biguherîne]

Maskûlka dil bi serê xwe ye. Karaktera wê dilkutka peryodî ye. Ne li gor vîna mirov dijene û kardike.

Nerv[biguherîne]

(Ra û mêjî). Nerv kelexê ko bi pevguhastina infermasyonê (agadariyê) dirabe. Du texlîtên şanikên nervî hene. Nervê navendî yê laşê gewr, ko ew jî mêjî ye. Şanikên nervî yên din laşê sipî, ko ew jî ra ne.

Hemû organan û tevayiya laşê mirovî aloz ji her çar texlîtên kelexan bi hev re çêdibe. Karûbarê organan jî pir aloz e. Pir organ bi hev re kardikin û sîstêmeke organî çêdikin. Koma hemû sîstemên organî bi hev re organizmê mirov, yan jî laşê mirovî çêdikin, yê ko tevlî aloziya xweyî herî mezin, dîse yekîtiyeke necêkirî bi dinya dora xwe re çêdike. Koma hemû parçeyên laşê mirov û bertekiya (reaksyon) wan, ya zû bi guhertina dinya hawîrdorî xwe ve, bi du sîstêman tê ajoton. Sîstêma pêşî kevnare ye û ew hêdî hêdî kardike. Ew jî bi taybetî bi afirandina hin hormonan pêktê. Sîstêma din nûtir e û zû kardike. Ew jî bi mêjî, ra û hesteyan (hesteyê dîtinê, bihîstinê, hingavtinê, behnkirinê û çeştinê) pêktê.

Binêre[biguherîne]