Qendole

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qendoleya spî, aqîdeya Tewrêzê
Qendoleya qehweyî, qendoleya Wanê
„Rock candy“ li DYAyê

Qendole, qende, aqîde berhemeke ji şekirê, beşek ji şekiroyan e (sakaroz, berhemên ji şekirê) ye. Şekir û têkel tên dakirin, dapalandin ango krîstalîzekirin. Ji kurd û gelên îranîyan derbasê ereban bûye.

Heya destpêka sedsala 20em li Kurdistanê gelek kargehên şekiroyan, bi taybetî yên qendoleyan hebûn. Niha nînin, cihê xwe dane şekiroyên serdema nûjen, bo mînak kanfêt û bonbonan. Bêjeya qendole îro tenê di stran û pêkenokan de derbas dibe, pirr nayê bikaranîn. Ji ereban jî derbasê grekiyan û Ewropayê bûye. Wextekê bijîşkên çavan wekî derman didane nexweşên xwe. Ji vir sed balê li Ewropaê fabrîkên qendoleyê hatine avakirin. Bo rengdarkirinê gelek tişt tên bikaranîn. Bi taybetî lîmon, kuncî, fêkîyên din, biharat ûêd.

Kirtikî, awayekê çayvexwarinê ye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistan pê çay vedixwarin. Bi taybetî li Serhedê îro jî şekirê kirtikî dikin, davêjin devê xwe û pê çayê vedixwin. Lê îro bêhtir şekirê çayê bikartînin. Şekirê Erzîromê li bakurê Kurdistanê deng vedaye. Ji vê awayê çayvexwarinê re kirtîkî yan bi bandora asîmîlasyonê kirtleme dibêjin. Di vê binavkirinê de kirt, ji kirtikê tê û paşpirtika -leme jî bi romîkî (tirkî) ye.

Cureyên hilberînê (yên nûjen)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qendoleya tatayî, qendoleya ta bi ta, qendoleya şirikî
  • Qendoleya şivkî
  • Qendole çovkî
  • Qendoleya kubîk
  • Qendoleya qalikî
  • Qendoleya hûrik, qendoleya pişrûg
  • Qendoleya savarkî