Rêkxistina kalsiyumê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di laşê mirov de kalsiyum (Ca+2 ) mînerala herî zêde ye. Ji bo zexmbûna hestî û diranan, ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, ji bo berhemkirina enzîman, ji bo meyandina xwînê pêdivî bi kalsiyumê heye. Her wisa îyonên kalsiyumê di xaneyên demarî de wekî molekula peyamber kar dike.

Mirov kalsiyumê ji xurekan bi dest dixe. Hemû xurek ne bikalsiyumê dewlemend in. Li gor cora xurekan mêjera kalsiyuma nav xwînê hin caran kêm dibe hin caran jî zêde dibe. Lê divê rêjeya kalsiyumê her tim di asta asayî (bi înglîzî: set point) de bimîne. Di nav xwînê de rêjeya asayî ya kalsiyumê 9-10 mg/100ml ye. Asta asayî ya kalsiyumê bi rebaza hevsengiya navekî tê dabînkirin.

Rêkxistina mêjera kalsiyuma nav xwînê ji aliyê sê hormonan ve tê kontrolkirin. Ev hormonan; Hormona Paratîroîd, Kalsîtrîol (vîtamîna D ya çalak ) û Kalsîtonîn e.

Homona paratîroîd (PTH)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev hormon di rijênê paratîroîd de tê berhemkirin. Navê din a vê hormonê parathormon ê. Rijenên paratîroîd çar heb in û li paş rijenê tîroîdê cih digirin. Gava di nav xwînê de mêjera îyonên kalsiyumê kêm dibe, derdana kalsîtonîn tê rawestin. Ev rewş bandor li ser rijênê paratîrod dike. Rijênê paratîroîd parathormon berhem dike û der dide nav xwînê.

Bi hebûna PTH, hinek kalsiyuma di nav hesti de embarkirî, derbasê nav xwînê dibe. Hormona paratîroîd wekî hormonek hander li ser gurçikan bandor dike ko gurçik ji vîtamîna D yê hormona kalsîtîrol berhem bike. Ev hormon zorê dide xaneyên rûviyan ko hê pirtir kalsiyuma nav xurekan bigirin nav xwînê. Her wisa PTH bandor li ser gurçikê dike, kalsiyuma bi mîzê ve hatiye parzûnkirin cardin ji lûleyên mîzê de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Bi hebûna hormona paratîroîde mêjera kalsiyuma xwînê bilind dibe û digihîje asta asayî.

Hormona kalsîtrîol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eslê vî hormonê vîtamîna D ye. Vîtamîna D peşî di kezebê de, paşê di gurçikan de ji ber bandora hormona paratîroîdê, diguhere û dibe hormona kalsîtrîol (1,25(OH)2D ). Ango kalsîtrîol dema rijêne paratîroîd çalak e, tê çêkirin. Kalsîtrîol ji bo zêdebûna kalsiyuma nav xwînê kar dike. Bi bandora kalsîtrîolê xaneyên rûvî ji nav xurekan hê pirtir kalsiyum dimije nav xwînê. Kalsîtrîol ji bo zexmbûna hestiyan, handêra embarkirina kalsiyum û fosfatê dike.

Hormona kalsîtonîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kalsîtonîn yek ji sê hormonên tîroîdê ye. Erka sereke ya kalsîtonînê, li gel hormona paratîroîdê rêkxistina mêjera kalsiyuma nav xwînê ye.
Gava asta rêjeya kalsiyuma nav xwînê bilind dibe, ev rewş dibe sedema berhemkirin û derdana hormona kalsîtonîn. Bi zêdebûna kalsîtonînê, derdana hormona paratîroîdê radiweste. Ji ber kêmbûna hormona paratîroîdê, di gurçikan de çêkirina hormona kalsîtrîolê jî kêm dibe.

Kalsîtonîn kalsiyuma nav xwînê di hestiyan de embar dike. Bi neçalakbûna hormona paratîroîd û kalsîtrîolê, bi çalakiya kalsîtonînê asta mêjera kalsiyuma xwînê dadikeve asta asayî.
Hormona kalsîtonîn û hormona paratîroîd dijberê hev kar dikin. Hormona kalsîtonîn rêjeya kalsiyuma xwînê kêm dike, hormona paratîroîd kalsiyuma nav xwînê zêde dike. Gava yek ji van herdu hormonan çalak be, a din ne çalak e. Eger xebata du hormonan dijberê hev be, ev hormonan wekî hormonên antagonîst tên navkirin. Li gel kalsîtonîn û hormona paratîroîdê, hormonên însulîn û glukagon jî hormonên antagonîst in.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]