Here naverokê

Rewteka pêlpêlokî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêla sînus
Şêweyên Pêla AC

Rewteka pêlpêlokî[1], tezûya alternatîv[2] an jî tezûya pêldar[2]  (bi Îngilîzî: Alternating current), rewteka karebayî ye ku fireyî û berekê wê wek vedorî tê guherandin. Pêla ku herî pir tê bikaranîn pêla sînusê yê. Temamiya pêlan  bi vedora elektronîk ve karin di nav xwe de ji hev re dabigerin. Ev veguherî di vedorê de bi bargegir (kondensor), diyod û roleyê tê dagerandin.

Hêza AC bi giştî di pîşesazî û xaneyan de tê bikaranîn. Di şandina enerjiyê ku di santralan de tê hilberandin de jî AC tê bikaranîn.

Sîstema AC ya herî pêşîn

Mirovê herî pêşîn ê ku bi AC re xebitiye William Stanley e. Lê belê AC a ku bi rewşa îroyîn tê bikaranîn wek pêşîn ji aliyê Nikola Tesla ve sala 1886an de dest pê hilberandinê bû. Pişt re Tesla patenta xwe ji George Westinghouse re firoştiye. Di wan salan de Lucien Gaulard, John Dixon Gibbs, Carl Wilhelm Siemens û hin zanyar jî di vî warê de xebat kirine. 

Santrala pêşîn a ku bi armanca endustriyî tezuya elektrîkê ya sê fazî hilberandiye, sala 1893yan de ji aliyê Almirian Decker ve di santrala hîdroelektrîkê ya Mill Creek a ku li Kalîforniyayê de hatiye damezirandin. Sîstema ku Decker sêwirandiye sîstemeke 10.000 voltî û sê fazî ye.

Rewteka pêlpêlokî di dawiya sedsala 19an û serê sedsala 20an de dest bi bikaranînê bûye.

Hilberan, ragihîn û belakirina wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bendav

Wekî ku tê zanîn kabloyê ku tê de tezuya elektrîkê derbas dibe derdora xwe de qada manyetîk pêk tînê. Wek berevajkî jî, di kabloyê ku ji qada manyetîk re dûçar dimîne, di vê kabloyê de tezuya elektrîkê çê dibe. Ji vê prensîpê jî sistemekê ku ji statora westar û rotora tevgerdar pêk tê hatiye sêwirandin. Rotorê ku bi hin hêzan(wekî ava ku li santrala hîdroelektrîkê ji bilind dikevê, hêza dûkel(hilm) a ku li santrala termîk(germî) de ye, hwd.) ve tê çerixandin , li statorê li ser kabloyên ku rewşa pêçandiyê de ne, tezuya elektrîkê pêk tînê. Sedema pêla sînusê ya ku li AC ye, qada manyetîkê ku ji her fazê re dikevê, bi sedema rotorê ku diçerixe her tim diguhere.

Voltaja tezuya alternatîv wekî ku tê zanîn bi transformatoran re karin zêde bikin an jî kêm bikin. Di xetên guhezî de ji bo ku hêza windayî pir nebe, voltaja zêde tê bikaranîn. Ev xetên ku li diyar tê behskirin xetên ku di navbera santral û şebekeyê bajêr de ne. 

Hêza windayî ya ku di xeta ragihînê de ye bi lêkdana çarçika tezu û bergirê tê dîtin. Formûla wê wek dibe. Wateya vê formûlê ev e. Eger tezuyê ku di gihînêr de ye derbikeve du qata xwe, hêza windayî dê 4 qat zêde bibe. 

Lê belê dezavantaja voltajên zêde jî hene. Vana li xwarê hatine nivisandin.

  • Xetereyên hilgirtinê
  • Qada manyetîk a ku di xetê de çê bûye.
Şemaya transformatorê

Ji aliyê transformatoran ve voltaj kêm dibe û tezu jî zêde dibe. Ji vê kirariyê pê ve em karin dest pê belavkirina elektrîkê bikî.

  1. ^ Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê
  2. ^ a b http://www.endezyar.org/index.php?a=srch&d=7&id_srch=c168c468be0f77b9d5f6f90bee0723bb&il=tr&p=1[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]