Rexneya wêjeyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rexneya wêjeyî navê xebat, nirxandin û şirovekirina wêjeyê ye. Rexneya wêjeyî ya modern bi gelemperî ji aliyê teoriya wêjeyê ve tê salix dan ku gotûbêja felsefî ya method û armancên teoriya wêjeyê ye. Her çi qas ev herdu çalakî têkildariyeke nêz li bal hevdu hebin jî, rexnegirê wêjeyê her gav ne teorisyen in û heta niha jî hertim teorisyen nebûne.

Cihêbûna rexneya wêjeyî wek qadeke lêkolînê ya serbixwe ji teoriya wêjeyê an jî ji rexneya pirtûka babetê niqaşê ye. Wek mînak, Literary Theory and Criticism [1] ya John Hopkins çu cihêwaziyê naxe navbeyna teoriya wêjeyî û rexneya wêjeyî û her tim ji bo heman pêwendê têgehan bi hev re bi kar tîne. Li gorî hin rexnegiran rexneya wêjeyî emilandina teoriya wêjeyî ye, ji ber ku her tim rasterast berhemên wêjeyî re mijûl dibe, lêbelê teorî zêdetir giştî û razber e.

Rexneya wêjeyî bi gelemperî di şiklê nivîsar û pirtûkan de diweşe. Rexnegirên wêjeyî yên akademîsyen beşên wêjeyê de perwerde didin û kovarên akademîk de nivîsarên xwe diweşînin û hin rexnegirên navdar rexneyên xwe di weşanên berbelav yên wek Times Literary Supplement, the New York Times Book Review, the New York Review of Books, the London Review of Books, The Nation, and The New Yorker de diweşînin.

Dîroka rexneya wêjeyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Poetîkaya Arîstoteles bi awayekî zelal rehendên wêjeyê pênase dike û pirr têgehên wêjeyî pêşkêş dike ku hê jî li kar in.

Rexneya klasîk û ya serdema navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rexneya wêjeyî barike qasî wêjeyê xwedî dîrokeke dûdirêj e. Arîstoteles b.z sedsala 4emîn de Poetîka nivîsiye ku digel pirraniya rexneya bi hûrgilî ya berhemên hunerî yê nûjen, tîpolojî an jî şayesandina formên wêjeyî ye.

Metnên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rexneya Ronesansê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Metnên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Johns Hopkins Guide to Literary Theory and Criticism, Johns Hopkins University Press, 2005, ISBN 0-8018-8010-6