Sifir (hejmar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Sifir (0) ji navê latînî "nullus" tê. Ew li navberê -1 û 1 ye. Sifir kane li nav komê hejmarên xwezayî be, bes pir dibêjin, ew ne raste. Li zimanê erebî hejmarê sifir "۰" e.

Dîrok[biguherîne]

Berê xelk vê sifirê hesabdikirin. Loma li hejmarên romî da ew tine. Li salê 300 berî mîlad li Hindistanê jî sifir hatiye "çêkirin". Wergî kirin çima wana dîn, pir çêtine hejmarên mezin vê tişta binîvîsînin. Yên pêşî sifir vedîtin ne hindî bûn. Babîliyan û aztêkan berî wan bi gelekî sifir nas kirine. Lêbelê bi saya serê sîstema jimartinên dehyekî (decimal numeration system) ya hindî dilîve bi dest ket, da ko bi rêk û pêkî lêkolîn li ser sifirê bêne çêkirin. Di destpêkê de ji bo jimartinê tilî hebûn. Dema mirov hemû tiliyê destekî xwe dijimartin, berdewam dikir tiliyên destê din jî dijimartin û carnan tiliyên piyên xwe jî bi wan re dijimartin. Tê behwerkirin ji ber vê be ko di çanda piraniya gelan de jimara pênc, deh yan jî bîst bûye bingeha sîstema jimartinê. Bi gotineke din mirovan jimar dikirine komikne pêncepênc, dehdeh yan jî bîstebîst. Ta roja îro hê jî gelek caran em rojan yan firaxan pêncepên dijimêrin. Bi demê re hin bi hin sîstema jimartinê bedewtir dibû. Hê ji sala 2000an ve BZ li Babil mirovan sîstemeke rêzê, ya xwedî binke 60 ji bo nivîsandina jimaran, vedîtin. Li gor cihê jimarê di rêzê de ew dibû xwedî hêzeke binke 60. Ji bo bête nîşankirin ko cihek vala maye, û da mirov jimaran tevlî hev neke, weke nimûne jimara 601 û 61, nîşaneke taybetî hate danîn – ew nîşan weke du singikan bû û ew sifira pêşî bû di dîroka cîhanê de. Sifira pêşî bû di dîroka cîhanê de, ew berî çar hezar sal hatiye vedîtin, ew weke du singikan bû. Bê ko haya wan ji babiliyan hebe indiyanên Maya jî li Guatemala sîstemeke rêzê, ya binke (bi piranî bû) 20 ji bo nivîsandina jimaran, vedîtin. Sifira wan di rengê sedefê de bû. Piştre hindî hatin. Wan di destpêka heyamên navîn de sîstema xwe ya rêza jimartinên dehyekî çêkirin. Ew sîstem ji jimarên 1 - 9an bû û ji xalekê yan bazinekî piçûk bû. Ew bazin sifireke bi rastî bû, wê cihê vala dida nîşankirin. Çavkaniya dîrokî ya herî kevn, ko tê de basa sifira hindiyan tê kirin, digehe bîrkarê (mathematician) navdar Ebû Cafer Muhemed kurê Mûsayê Xewarizmî (Ew faris bû lê bi erebî dinivîsand, jiyana wî di nav salên 780-850 de bû). Ew li ser sîstema jimartinê ya hindiyan dinivîse: ”… dema piştî jihevbirinê tiştek nemêne, hingî bazinekî piçûk tê nivîsandin da li cih vala be.” Ereban ev sîstem girtin û hêdî hêdî di riya Spanya re geha Ewropa. Îro ew li seranserî dinyayê tê bikaranîn, lê şêweyê wê hinekî hate guhertin, ew bazinkê piçûk bû xelekeke durist. Hindiya digotine sifirê sunya-bindû, wateya wê jî ”xala vala” ye. Ereban ew nav wergerandin û navê el-sifir lê kirin, wateya wê jî ”vala” ye. Zêroya fransî û îngilîzî ji sifira erebî hatiye. Bêjeya sifir di zimanê swêdî de wate xwe ya kevn winda kiriye, êdî sifir bûye nîşana hemû jimaran. Zû hate xuyakirin ko sîstema jimartinên dehyekî ya hindî ji hemû sîstemên din baştir e, lê li Ewropayê ew zû bi ser neket. Sedem jî ew bû ko mirov di bazar û karûbarên bankan de ji sextekariyan ditirsa. Gelekî hesan bû mirov sifirekê li dawiya jimaran deyne, bazinekî piçûk dikarîbû jimarê deh caran mezintir bike. Ji bilî wê jî eger defterdarekî dilbijiya perên bêhtir kiribana, wî dikarîbû hesanî bi çivekê jimara sifirê bike şeş yan neh. Ji ber wê demeke dirêj li gor qanûnên şaredariyên îtalî divabû di nivîsandinê de jimarên romayî bêne bikarnîn. Ji bilê wê jî, da titişt bi ser ve nebe, mirov di dawiya jimarên romayî de kevanek datanî (nimûne 27 = XXVIJ), wek çawa mirov di kar û barên bankan de jimaran bi tîpan dinivîse û navê peran li dideyne ”kron”. Vê ta sedsala 1500î dirêj kir, ji nû êdî sîstema jimartinên hindî bi tevayî cihê xwe li Ewropayê girt. Derket ko sifir, bi dilşadiya bîrkaran, xwedî rêzek xisletên balkêş e, ew xislet berê nenas bûn û îro sûd ji wan tê girtin. Eger mirov sifirê li jimarekê zêde bike yan jê bibe encam dîse jimara destpêkê ye (x + 0 = 0, x - 0 = 0). Mirov hêza kîjan jimarê bike sifir encam dibe yek. Lê eger mirov jimarekê li sifirê dabeş bike (Ew yek rengê her mamostayê bîrkariyê spîçolkî dike) encam digehe nemayê. Feylesûfan yekcar texmîn nedikirin ko ev encam derkevin. Hate xuyakirin ko gelek hevşêweyî di nav netiştî de û di nav nemayê de hene. Di cîhana jimaran de û li der ve di gerdûna herî bêpîvan de ew herdû, sifir û nema, jimarên herî dijwar in. Aldous Huxley, nivîskar, li gor dilê xwe jimar li sifirê dabeş dikirin. Aldous Huxley, nivîskarê "Brave New World" (Cîhana Nû ya Wêrek), dinivîse: ”Win hevkêşa M/0 = ∞ (ta nemayê, bêdawîtî) nas dikin. De baş e, çima em wê hevkêşê bi awayekî din nenivîsin. Va ye der dikeve ko M = ∞ x 0. Wateya wê ev e, ko jimareke rast û erênî derencama sifir û nemayê ye. Gelo ev dernaxe ko gerdûneke bêdawî dikare ji netiştekî bête afirandin?” Di rastiyê de ramana afirandin ji netiştekî, "creatio ex nihilo", ramaneke bingehîn e di nav cîhana dîtinên olî yên cihû û filehan de. Di van dehsalên dawî de gerdûnzanan jî ew raman birine nav lêkolînên xwe. Vê mijarê û gelek mijarên din mirov dikare di pirtûka "The Book of Nothing" (Pirtûka Netiştekî) de bixwêne.[1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd Netkurd.com, amadekar: Zagrosê Hajo