Tîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tîtî
Tîtî (bi navê xwe yê latînî Galerida cristata)
Tîtî (bi navê xwe yê latînî Galerida cristata)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Alaudidae
Cins: Galerida
Cure: G. cristata
Navê zanistî yê latînî
Galerida cristata
Linnaeus, 1758

Tîtî yanjî Tîntore (bi navê xwe yê latînî Galerida cristata) çûkekî berrî ye.

Tîtî heta 18 santîman mezin dibe û giraniya xwe digihêje 45 graman. Rengê xwe qehwayiyeke bêmirês e, nikula xwe xurt û tewandî ye, lingên xwe li gorî bejna xwe dirêj in, baskên xwe mezin û berayî ne û li ser serê xwe qubek heye. Rengê konikên xwe qehweyî ye lê li ser konikan çizgiyên grî hene. Binê tîtî (zika xwe) gewr e û derdora baskan hindik sor e. Kenarên boçika tîtî jî gewr in.

Ekolojî [biguherîne]

Xwarina tîtî bi gelemperî toximên pincaran e, lê di zivistanê zêdetir kurman dixwe. Bi gelemperî tîtî li sehayên vekirî ên gihayê dijî. Li Ewrasyayê, li Portûgalê, li Çînê, li Hîndistanê û heta li Efrîqaya Başûr jî tê dîtin.

Tîtiyê mê li erdê hêlîneke bas vesartî avadike û di nav nîsan û hezîranê heta pênc hêkan dike û tîtî heta yanzdeh rojan qurq dibe. Cêlikên tîtî dema ku deh rojî dibin ji hêlînê vediqetin.