Teyrê tawiz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Teyrê tawiz (nêr)
Teyrê tawiz (mê)

Teyrê tawiz[1], teyrê tawis, teyrê tawus (bi latînî: Pavo cristatus) teyr û balindeyek e. Teyrê tawiz, li Kurdistanê peyda dibe. Teyrê tawiz, bi baskên xwe re reng û reng re tê nasîn. Dema ku baskê xwe dive û dihilde, weke yekpareyekê ya. Her serê pirtikeka teyrê tawiz weke ku çavek bê ya. Bi vê jî, balê dikişne ser xwe. Li Kurdistanê û heta ku digihijê Hindistan û Çînê, li herêmên Asya ev teyrê tawiz tên dîtin.

Di nava kurdan de teyrê tawiz, taybetmendiyên wî ên cuda ên pîroz jî hene. Minak, teyrê tawiz, weke semboleka olî di ola kevnar ya êzîdîtîyê de ye. Teyrê tawiz, weke sembolek ji wan sembolên pêxember pêşî Melekê Tawis e jî. Ji ber vê pîroziya wê, di nava çanda kurdan de, gelek tefsîr û wateyên ku li pirên baskê teyrê tawiz jî hatine kirin. Teyrê tawiz, naqşên wê dihatin çêkirin û bi her malên kurdan de dihatine daleqandin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Zana Farqîn (2011). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.