Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/7ê hezîranê
Bûyer
- 1099 – Sefera Xaçperestan a Yekem: Artêşa Xaçperestan hat ber kela Qudsê û dorpêçkirina Qudsê dest pê kir.
- 1929 – Vatîkan bû dewleteke serbixwe.
- 1893 – Gandhi cara pêşîn dest bi bêîtaetiya sivîl û berxwedana pasîf kir.
- 1905 – Parlamentoya Norwêcê ji yekîtiya xwe yê bi Swêdê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir. Serxwebûn bi referandûma ku di 13'ê tebaxê de pêk hat hate tesdîqkirin.
- 1990 – Partiya Keda Gel (HEP) hat avakirin.
Jidayîkbûn
- 1837 – Alois Hitler, karmendekî awistriyayî, bavê Adolf Hitler
- 1862 – Philipp Lenard, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1917 – Gwendolyn Brooks, şairek amerîkî
- 1952 – Orhan Pamuk, nivîskarê tirk, xwediyê Xelata Nobelê
- 1979 – Anna Torv, lîstikvana awistralyayî
Mirin
- 1954 – Alan Turing, matematîker, zanyarê kombersê yê brîtanî
- 1967 – Dorothy Parker, nivîskar, şair û rexnegira amerîkî