Xelata Nobelê ya Wêjeyê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xelata Nobelê ya Wêjeyê, ku mezintirîn xelata wêjeyê ye, ji sala 1901'ê û vir ve tê belav kirin. Xelat di bin sîwana Akademiya Swêdê de, ji aliyê komîteyeke edebiyatzan ve tê destnîşan kirin. Xelatgirê edebiyatê, digel xelatgirên Nobelê yên din, di roja wefata Alfred Nobel de, di 10ê meha dozdehan de xelata xwe bi merasimeke mezin ji destê qiralê Swêdê digirin. Şeva xelatê bi şahiyeke xweş bi dawî dibe.