William D. Phillips

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
William D. Phillips

William Daniel Phillips (* 5'ê sermawezê 1948 li Wilkes-Barre, Pennsylvania) fîzîknasekî DYAyî ye. Sala 1997'î bi tevî Steven Chu û Claude Cohen-Tannoudji Xelata Nobel a fîzîkê wegirtiye.

Wî li Massachusetts Institute of Technology a Cambridge, perwerde dîtiye. Niha li National Institute of Standards and Technology (NIST) a li Gaithersburg a Maryland dixebite.

Bi tevî Steven Chu û Claude Tannoudji proseseka ku bi atomê dicemide keşif dike û bipêşdixe. Bi vê teknîkê tîna atomî ya ziyandar tê pêşîlêgirtin. Di bikaranîna alavên kozmozî de ev keşfa han gelek bikêr e.