Yehya Elewî Ferd
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yehya Elewî Ferd (1973, Bocnûrd Xorasana Bakur) yek ji helbestvan , rojnameger û nivîskarên kurdên kurmanc ê li Îranê ye. Di sala 1973'ê de, li gundê Baxçiq a ku li ser Bocnûrd li parêzgeha Xorasana Bakurê li Îranê ji dayîk bûye. Ew heta klasa pêncemîn li dibistana gund dixwîne, dû re xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê Îraniyan bû. Di sala 2009'an de fakûlteya wêje û zimanê farsî ya Înstîtûta Qomê ya pêdagogiyê temam dike. Ev 20 sal in helbestên zarokan bi zimanê farisî û kurmancî dinivîsîne. Wî bêhtirî 10 xelatên helbestan li Îranê hilgirtiye. Ew niha li bajarê Qomê jiyan dike. Heta nika bêhtirî deh pirtûkên wî li Îranê , Îngilistanê , Iraqê û Tacîkistanê hatine çapkirin.
Naverok |
Berhem [biguherîne]
- Demsal Balkêş in 2005
- Bihara bêdawî 2008
- Eva nûtî ye 2008
- Were bibîne 2010
- Doregerdan 2010
- Muhemmed dîsa tê 2010
- Şerê Çûçikan 2010
- Xwedê ke Her roj Ceng Bê 2010
- Rojek Dûmeqeskekê 2011
- Mîna Bûkan 2011
- Şelpe û Sêv Kurdîya Kurmancî - 2012
- Eva nûtî ye Kurdîya Kurmancî - 2012
Xelatên wergirtî [biguherîne]
- Cejnvareya kovarên zarokan û nûciwanan, xelata yekê, 2001
- Cejnvareya xwendekaran, xelata duyê ya beşa helbestê, 2002
- Cejnvareya nivîskarên baştir li IRIB, xelata yekê, 2004
- Cejnvareya hunerên asimanî,li Howzehên Iran, xelata yekê ya beşa helbestê, 2009
- Pirtûka demsala Iranê, xelata yekê, 2009
- Cejnvareya neteweyîa Bahar li zanîngehên Iranê, xelata yekê ya beşa helbestê,2009
- Cejnvareya neteweyîa Seqeliyn li zanîngehên Iranê, xelata duyê, 2009
- Pitûka sala parîzgeha Qom, xelata yekê, 2009
- Cejnvareya neteweyîa Quran li zanîngehên Iranê, xelata sisê ya beşa helbestê,2010
- Cejnvareya malperan libarey aşûra, xelata yekê, 2010
- Cejnvareya neteweyîa pirtûka zarokan, xelata yekê, 2011
- Cejnvareya helbesta işraq, xelata yekê, 2012