Yekîtiya Komeleyên Futbolê yên Ewropayê
Ji Wîkîpediya
UEFA û rêxistinên din yên futbolê ên cihanê
UEFA kurteya Union of European Football Associations, anko Yekîtiya Komeleyên Futbolê yên Ewropayê ye. Endamên UEFA'yê ji hemû dewletên Ewropa û dewletên Îsrael, Kîpros, Ermenistan, Gurcistan, Tirkiye, Qezexistan, Rûsya û Azerbaycanê pêk tê.
[biguherîne] Dîrok
UEFA di 15'ê pûşpera sala 1954'an li Swîsre bajarê Baselê hate damezrandin. Navenda saziyê heta sala 1959'an de li paytexta Fransa, Parîsê bû. Piştre navend hate bajarê Bernê ya Swîsreyê û di dawiyê de ji sala 1995'an heta îro navenda saziyê li bajarê Nyonê ya Swîsreyê te.
[biguherîne] Serokên UEFA'yê
- Ebbe Schwartz (1954–1962)
- Gustav Wiederkehr (1962–1972†)
- Artemio Franchi (1972–1983†)
- Jacques Georges (1983–1990)
- Lennart Johansson (1990–2007)
- Michel Platini (2007–didome)