Yilmaz Guney

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yilmaz Guney
YILMAZ GUNEY--1-4-1937-9-9-1984 2013-05-15 05-34.jpg
Roja jidayikbûnê 1'ê nîsana 1937
Edene, Tirkiye
Roja mirinê 9'ê rezbera 1984
Parîs, Fransa
Eslê xwe Kurd
Pîşe Aktor
Derhêner
nivîskar
Xelat Xelata Palmiya Zêr (, di sala 1982'an de)

Yilmaz Guney (z. 1 nîsan 1937 li Edene − m. 9 rezberê 1984 li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî kurd e . Navê wê bi tirkî wekî Yılmaz Güney tê bilêvkirin.

Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pütün, wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yılmaz bi Kurdî tê van wateyan.

Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste. Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Kurd e.

Jiyan[biguherîne]

Gora Yilmaz Guney li goristana Père Lachaise ya Parîsê.

Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kir.

Bi alîkariya Atıf Yılmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957ande ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stembolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.

Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e." Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.

Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

Filmên Yilmaz Guney[biguherîne]

Fîlmên ku Guney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in:

  • At, Avrat, Silah, (Hesp, Jin, Çek) (1966)
  • - Bana kurşun işlemez (Gule li min nake) (1967)
  • Pire Nuri-Seyithan (Kêç Nûrî-Seyîdxan) (1968)
  • Aç kurtlar, Bir çirkin adam (Gurên birçî, Mêrekî netîtal, nerind) (1969)
  • Umut, Piyade Osman, Yedi Belalılar (Hêvî, Piyager Osman, Heftbelayan) (1970)
  • Kaçaklar (Fîraran) - Vurguncular (Rêbirran) - Ibret (Sosretî) - Yarın son gündür (Sibeyê roja dawîn e)-Umutsuzlar (Bêhêviyan) - Acı (Jan) - Ag˘ıt (Lorîn) - Baba (Bav) (hemî di sala 1971an de)
  • Zavalıllar (Belengazan) (1972/74)
  • an de Arkadas (Heval) (1974)

Fîlmên ku tê de weke aktor û nivîsarê senaryoyê kar kiriye[biguherîne]

  • Alageyik (Karxezal) - Bu vatanin çoçuklari (Zarokên vê welatê) (herdu di sala 1959an de)
  • İkisi de Cesurdu (Herdu jî wêrek bûn) (1963)
  • Her Gün Ölmektense (Heya her roj bimirî) - Kamalı Zeybek (Zeybekê bi singo) - Koçero (hemî di sala 1964an de)
  • Kasımpaşalı (Qasimpaşayî) - Kasımpaşalı Recep (Recebê Qasimpaşayî) - Konyakçı (Konyakxwir) - Krallar Kralı (Keyê keyan)(hemî di sala 1965an de)
  • Aslanların Dönüşü (Vegera şêran) - Es¸ref Pasalı (Eşrefpaşayî) - Hudutların Kanunu (Zagona tixûban) - Yedi Dagın Aslanı (Şêrê Heftçiyayan) - Tilki Selim (Rovî Selîm) (hemî di sala 1966an de)
  • At Hırsızı (Dizê Hespan) Banus - S¸eytanın Oglu (Lawê Ehrîman) (hemî di 1967an de)
  • Azrail Benim (Ez im Ruhstîn) - Kargacı Halil (Qijikvan Xelîl) (hemî di sala 1968an de)
  • Belanın Yedi Türlüsü (Heft cureyê belayan) (1969)
  • İmzam Kanla Yazılı (Mora min bi xwînê hatiye nivîsîn) - Sevgili Muhafızım (Parêzvanê min ê xoşevîst) - Şeytan Kayaları (Zinarên Ehrîman) (hemî di sala 1970an de)

Fîlmên ku tê de weke nivîsarê senaryoyê kar kiriye[biguherîne]

  • Karacaoğlanın Kara Sevdası (Evînreşiya Karacaoğlan) (1959)
  • Yaban Gülü (Gulbejî) (1961)
  • Ölüme Yalnız Gidilir (Tenê ye çûyina mirinê) (1962)
  • Burçak Tarlası (Zeviya xalxalî) (1966)
  • Endişe (Bedgumanî) (1974)
  • İzin (Destûr) - Bir Gün Mutlaka (Ew ê rojekê) (hemî di sala 1975an de)
  • Sürü (Kerî) (1978)
  • Düşman (Dijmin) (1979)
  • Yol (Rê) (1981)
  • Duvar (Dîwar)

Fîlmên ku tê de weke aktor kar kiriye[biguherîne]

  • Tütün Zamanı (Dema titûnê) (1959)
  • Dolandırıcılar Sahı (Mîrê gendelgeran) - Tatlı Bela (Belaya şîrîn) (1961)
  • Halimeden Mektup var (Ji Helîmeyê name heye) - Kocaoğlan - Kara Şahin (Reşik Şahîn) - Mor defter (Deftera mor) - 10 Korkusuz adam (10 mêrên wêrek) - Prangasız Mahkumlar (Zîndaniyên bêqeydik) - Zımba Gibi Delikanlı (Xortê berbaz) (1964)
  • Ben Öldükçe Yaşarım (Pistî mirim wê ezê bijîm) - Beyaz Atlı Adam (Mêrê bi hespa spî) - Dağların Oğlu (Lawê Ciyam) - Davudo - Gönül Kuşu (Cûkê dilan) - Sayılı Kabadayılar (Dîlawerên bijimar) - Kan Gövdeyi Götürdü (Xwîn gewdê bir) - Kahreden Kurşun (Guleyê ku qehr dike) - Haracıma Dokunma (Dest nede xercê min) - Kanlı Buğday (Genima bi xwîn) - Korkusuzlar (Yên bêtirs) - Silaha Yeminliydim (Sondxwariyê silehê bûm) - Sokakta Kan Vardı (Li kuçeyê de xwîn hebû) - Tehlikeli Adam (Mêrê bi talûke) - Torpido Yılmaz (Yılmazê Torpîdo) - Üçünüzü de Mıhlarım (Ezê we her sêyan mix bikim) - Yaralı Kartal (Teyrê brîndar) (1965)
  • Anası Yiğit Doğurmuş (Daykê wî egîd aniyê dinê) - Çirkin Kral (Keyê bêteşe) - Kovboy Ali (Eliyê Kowboy) - Silahların Kanunu (Qanûna cêkan) - Ve silahlara Veda (Û xarit ji cêkan re) - Yiğit Yaralı Olur (Egîd brîndar dibe) (1966)
  • Balatlı Arif - Bomba Kemal - Büyük Celatlar- Çirkin Kral Affetmez- Eşkiya Celadı- İnce Cumali- Kızılırmak- Karakoyun- Kazanoğlu- Kuduz Recep- Kurbanlık Katil (1967)
  • Aslan Bey - Beyoğlu Canavarı - Can Pazarı - Marmara Hasan - Öldürmek Hakkımdır (1968)
  • Bin Defa Ölürüm - Çifte Tabancalı Kabadayı - Güney Ölüm Saçıyor - Kan Su Gibi Akacak - Kurşunkarın Kanunu (1969)
  • Çifte Yürekli - Kanımın Son Damlasına Kadar - Son Kızgın Adam - Zeyno (1970)
  • Çirkin ve Cesur - Namus ve Silah (1971)
  • Sahte Yar (1972)

Girêdanên derve[biguherîne]