Yustîniyan I

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yustîniyan I

Yustîniyan I an jî Yustîniyanê Yekem (carina wek Justinian tê nivîsandin, bi latînî: Flavius Petrus Sabbatius Iustinianus, yewnanî: Φλάβιος Πέτρος Σαββάτιος Ιουστινιανός, Flávios Pétros Savvátios Ioustinianós) (482/483- 565) yek ji împaratorên Bîzansê di 527an de heta mirî împaratorî kirî bû.

Yustîniyan yek ji împaratorên herî mezin ên Bîzansê bû. Wî dema xwe de xakên Împaratoriya Romê ya Rojhelatê berê hundura împaratoriye kirin û bajarê Romê, çiqas çend salan tenê ajot jî, dagir kir. Dîsa di dema wî de di împaratoriyê de gelek şoreşên aborî, çendayî û dadiyên mezin hat kirin. Di dema wî de dêra li Konstantînopolîs Hagia Sophia hat avakirin. Bi fermana wî Dada Romê ji latînî de hat wergera zimana yewnanî kirin. Yustîniyan ji aliyê dêra ortodoks a rojava wek kesekî pîroz tê dîtîn.

Jiyan[biguherîne]

Yustîniyan bi gumanî di 483 di xakên îroj di sînorên Serbistan de dimên de hatiye dinê. Kênge Anastasius di 518an de mi re, bi alikariya Yustîniyan jî, Justin derbaza textê bû. Dema împaratoriya Justin, di navbera 518an û 527an de, Yustîniyan yek ji peyayên wiya girîng bû. Yustîniyan di 521an de keta Konsulê û ji pê re jî bû generalê artêşên rojhelat. Di dawiya împaratoriya Justin I de Yustîniyan de-facto dest bi kargeriya împaratorîye kir. Ew di 1'ê adarê, 527an de ji aliya Justin wek împaratorê arîkarî da zanîn. Di 1 gelawêjê hewşêwe salê de jî bi mirina JUstin re bi fermî derbaza textê bû.

Şoreşên Dadî[biguherîne]

Yustîniyan di dema xwe de Dada Romê, kîjan ku di 529an de hat weşandin, wergera yewnanî kir.

Ceng û Dagir Kirinên Dema Wî de[biguherîne]

Belavbûnda Împaratoriya Romê di demên Yustîniyan de kênge derbaza textê bû (sor, 527) û kênge mir (narencî, 565).

Di dema Yustîniyan de dijbera Romê bastanî sasaniyan bûn. Wî cengên pêşwerên xwe didomandin û hembera sasaniyan gelek şêr û ceng kirin. Ew cengan bi di 532an de bi aşitîye dawî bûn. Ji pê wê aşitîye re generalê Yustîniyanê mezin Belisarius çerxa ser xakên rojavaya Derya Navîn bû û xakên berêyê împaratoriya Romayê Rojava li ser serwerî ajotinî hundura împaratorîye kirin.

Belisarius 533-534an de Efrîqaya Bakur ji Vandalan stand. Belisarius ji pê Efrîqa re çerxa ser Sîcîlya bû paş dagir kirina wir re 536an bajarê Romê jî dagir kir. Di 540an de jî wî Ravenna paytexta Ostrogotan dagir kir.

Di wan deman de di 540an de li rojhelata împaratorîye êrîşên sasaniyan şunda dest pê kir. Ew cengên Rom û Persan li Ermenistanê heta 545an dewam kir û di wê salê de bi aşitîyeke navber da danê jî vê carê jî cengan li Lazîstanê dewam kir. Bi dawî di 562an de aşitî hat peyda kirin û Persan pejirandin ku Lazistanê terk bikin.

Kênge artêşên ROma li rojhelat bûn li bakur hin xakên hat dagir kirinî şunda di destên Romayan dar ketin. Ostrogotan Rom û Îtalya şunda dagir kirin.

Yustîniyan çiqas di 523an de bi Teodora re zewicî jî tu zarokên xwe nebûn. Ji bo wê sedemê di 565an de mir şunda paşwerê xwe bû xwarzîye xwe Justin II.

Girêdanên Derve[biguherîne]