Zimanê çeçenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Çeçenî (bi zimanê çeçenî "Nox-çhiyn mott", Нохчийн мотт) zimanê çeçenan, zimanê gelê Çeçenistanê ye. Piştî şoreşa bolşevîkan li Rûsyayê Çeçenî bû zimanê nivîskî. Di sala 1920´î de elfabeya erebî hate terikandin û latînî bû fermî. Di sala 1938´î de elfabeya krîl bû elfabeya fermî ya nivîsînê. Zimanê çeçenî ji gelek zimanan bêje girtiye.

Êtîmolojî[biguherîne]

Peyva "Noxçhî" gelek kevn e û mana wê "Nox = pexemberê Nûh" û "çhî = zade", yanî "Noxçhî" = Nûhzade / zarokên Nûhe [1]

Zareveyên çeçenî[biguherîne]

  • Akkîn
  • Çeberloy
  • Kîstîn
  • Melkîn
  • Îtûmkala
  • Ploskost
  • Vedeno


  • Zimanmalbat : Qefqazî
  • Şax : Naxo Daxistanî (Zimanên Qefqasiya bakur)
  • Kom : Vaynaxî
  • Binekom : Çeçenî
  • Axêver : Nêzîkî 1.200.000
  • ISO 639-1 : ce
  • ISO 639-2 : che
  • SIL : che

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://lib.ugent.be/fulltxt/RUG01/001/787/093/RUG01-001787093_2012_0001_AC.pdf (li ser rûpela 13emin "noxchi= noah's descandants)