Çeçen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Çeçen an Çaçan ji gelê ku li Çeçenistanê dijîn re tê gotin.

Çeçen ( "Hохчий" = "Nox-çhiy) bi Çeçenî diaxivin. Çeçen xwe bi navê Noxço binavdikin. Bi Îngûşan re him ji aliyê etnîk, him jî ziman ve nêzîkî hev in. Zimanê wan yek ji zimanên qefqazî ye. Derbarê bingeha gelê Çeçen de kêm agahî lê pirr angaşt hene. Tê pejirandin ku Çeçen ji Hûrrîyan tên. Zimanê Hurriyan ne ji zimanmalbata hind û ewropî ye, lê Hûrrî di nava berên Aryanan de heliyane.

Pirraniya Çeçenan ji mezheba Sunnî ya Îslamê ne. Piştî hilweşîna YKSS wekî beriya Bolşevîkan dîsa şerê Ûris û Çeçenan destpêkir. Niha bi qasî 1 Milyon Çeçen li welatê xwe dijîn, gelekan jî ji ber şer barkirine welatên Ewropa hwd.

Êtîmolojî[biguherîne]

Peyva "Noxçhî" gelek kevn e û mana wê "Nox = pexemberê Nûh" û "çhî = zade", yanî "Noxçhî" = Nûhzade / zarokên Nûhe [1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://lib.ugent.be/fulltxt/RUG01/001/787/093/RUG01-001787093_2012_0001_AC.pdf (li ser rûpela 13emin "noxchi= noah's descandants)