Here naverokê

Yûsif: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B روبوت إضافة: ur:سورہ یوسف
Kurteya guhartinê tine
Rêz 16: Rêz 16:


Remezan Derbaz
Remezan Derbaz

==Grêdanên derve==
*[http://www.scribd.com/doc/187618/SERHATIYA-USIV/ Serhatiya Ûsiv]

[[kategorî:pêxember]]
[[kategorî:pêxember]]



Guhartoya 13:36, 14 çiriya paşîn 2007

Li gora Quran ê Hz. Ûsiv yek ji pêxamberên Benî-Israîl e. Yekek ji pêxamberên ku di Quran ê da navê wî derbaz dibe. Hz. Ûsiv lawê pêxamber Yaqûb e û rîçika wî hettanî pêxamberê mezin Hz. Ibrahîm tere.Di Qur'anê de navê sûreta 10emîn jî Ûsiv e. Va sûreta ji 111 ayetan pêda dibe û ji van 98 ayet qala Hz. Ûsiv dikin.

Di gora Quran a Pîroz 11 hew birayên Hz. Ûsiv hebûn. Hz. Ûsiv zarokekî pirr rind û baqil bû. Bavê wan Hz. Yaqûb ji wan yê herî pirr lawê xwe yî Ûsiv hez dikir. Ji bona vî hez kirina birayên wî yî mezin hesûdî dikirin. Şevekî Ûsiv li xewna xwe da dît ku 11 stêrk, roj û hîv ji wî ra secde dikin. Gava ku Ûsiv ji bavê xwe ra qala xewna xwe kir, Hz. Yaqûb fam kir ku va nîsanek ji Xwedê ye û li Ûsiv ra teme kir ku vî xewna xwe ji kesekî ra nebêje. Lê birayên Ûsiv va xewna bîhistin û xwestin ku Ûsiv bikujin. Rojekî ji bavê xwe destûr girtin û hemû bi hevra çûn gerê. Êdî Ûsiv avitin li nav birekî kûr, fîstanê wî jî bi xwîna heywanekî sor kirin û ji bavê xwe ra derew kirin gotin ku “Ûsiv gur xwerîye”.

Di nav bîrê da mîrovên koçber Ûsiv dîtin û ew xilas kirin, ji bona ku wî wekî xulam li welatê Misir ê bifrosin mîrovên dewlemend. Dûra wan Ûsiv firotin wezîrê Misir ê. Ûsiv li mala wezîr mezin bû û bû xortek delal. Ji bona rindîya Ûsiv dilê jina wezîr ket wî. Lê wî rû neda daxwezên jinê û ji ber vî yekê jinikê bi derew û îftiran Ûsiv avit zindanê. Hz. Ûsiv bi salan li zindanê da ma. Li wê derê du mîrov nas kirin û ji wan ra xewnên wan yên ecêb şîrove kirin. Bi rastî jî rewsa wan herdû mîrovan wekî gotina Ûsiv bû. Yêkek demekî şunda hat berdan û yêdin jî hat îdam kirin.

Mîrê Misir ê şevekî di xewna xwe da dît ku heft mangên lawaz heft mangên xurt dixwin û heft simbêlên hêşin heft simbêlên ziha dixwin. Mîr li ban hemû şîrovedarên welatê xwe kir, lê qet yekî nezanîya. Dûra mîr ji berjewendiya Ûsiv ji hevalê wî yê zindanê bihîst û ew ji zindanê derxist. Ûsiv ji mîr ra got ku gerê di pistî heft salên piranî da heft salên birçî li ser welatê Misir ê da werin. Ji bona baqiltiya Ûsiv, mîr ew kir wezîrê xwe û Ûsiv jî di heft salên piranî da hemû embarên welêt bi genim û xwerin tujî kir û di salên tunetîyê da ew xwerin ji mîrovan ra bela kir.

Birayên Ûsiv jî ji bo ku gênim bikirin ji welatê xwe hatin Mîsir ê. Di dawîyê da Ûsiv xwe ji wan da nasîn û ew hemû borandin. Hz. Ûsiv bav, dê û birayên xwe anî Misir ê li ba xwe.Gava endamê malbata wî hatin Misir ê bav, dê û 11 birayên wî xwe ji ber wî xar kirin û sipasiya xwe nisan dan. Bi vî avayî xewna Usiv yê zarokatiyê jî hatî bû şundê.


Remezan Derbaz

Grêdanên derve