Here naverokê

Yûsif

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yûsif
Image dans Infobox.
Yûsif bi bav û dozdeh birayên wî li Misirê
Pêxember
Vizier (en)
Jidayikbûn
Navb. û Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Herran (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Cihê goristanê
Joseph's Tomb (en), Cavern of the Patriarchs (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
יוסףLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
-Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cîwar
Hebron valley (d), Misira kevnare, Judea (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Bav
Rachel (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Dinah (en)
Zebulun (en)
Dan (en)
Issachar (en)
Gad (en)
Asher (en)
Benjamin (en)
Levi (en)
Judah (en)
Naphtali (en)
Simeon (en)
Reuben (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Asenath (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Manasseh (en)
Ephraim (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Statut
Slave (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Festîval

Yûsif (bi erebî: يُوسُف, Yûsuf, bi kurdî: wek Ûsif yan Ûsiv jî tê bilêvkirin) kesayetekî û yek ji pêxemberên dînên îbrahîmî ye.

Dîroka Yûsif li gorî îslamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yûsif dozdeh stêrkan di xewnên xwe de dibîne.

Ew yek ji pêxamberên ku di Quranê de bi nav derbas dibe. Yûsif lawê pêxember Yaqûb bû û rîçika wî hîtanî pêxemberê Îbrahîm. Di Quranê de navê sûreya 10ê jî Yûsif e. Ev sûre ji 111 ayetan pêk tê û ji van 98 ayet qala Yûsif dikin. Gorî Qurana Pîroz 11 hew birayên Yûsif hebûn. Yûsif zarokekî rind û baqil bû. Bavê wan Yaqûb ji zarokên wî herî pir ji Yûsif hez dikir. Ji dest wê hez kirine birayên wî yî mezin hesûdî dikirin.

Tê gotin ku şevekî Yûsif li xewna xwe de dît ku 11 stêrk, roj û hîv ji wî ra secde dikin. Gava ku Yûsif ji bavê xwe ra qala xewna xwe kiribû, Yaqûb fêm kiriye ku ev nîşanek ji Xwedê ye û ji Yûsif re teme kiriye ku wî xewna xwe ji ti kesekî re nebêje. Lê birayên Yûsif ji wê xewna bihîstîbûn û li xwe armanc kirin ku Yûsif bikujin. Rojekî ji bavê xwe destûr girtin û hemî bi hevra diçûn gerê. Di gerê de, wan Yûsif avêtin li nav birekî kûr, fîstanê wî jî bi xwîna heywanekî kirin û ji bavê xwe re derew kirin gotin ku “Yûsif gur xweriye”.

Di nav bîrê de mirovên koçber Yûsif dîtin û ew xilas kirin, ji bona ku wî wekî xulam li welatê Misirê bifiroşina mirovên dewlemend. Dûra wan Yûsif firotin wezîrê Misirê. Yûsif li mala wezîrê de mezin dibû û bû xortekî delal. Ji bona delalbûna Yûsifê dilê jina wezîr ketiye wî. Lê wî rû neda daxwazên jinan û ji ber vî yekê jinekê bi derew û îftiran karîbû ku Yûsif ji aliyê rayedaran were zindankirin. Yûsif bi salan di zindanê de ma. Li wê derê bi du kesan nasîbû û ji wan re xewnên wan yên ecêb şîrove kirin. Bi rastî jî rewşa wan herdû kesan wekî gotina Yûsif bû.

Mîrê Misirê şevekî di xewna xwe da dîtiye ku heft mangên lawaz heft mangên xurt dixwin û heft simbêlên hêşin heft simbêlên ziha dixwin. Mîr li ban hemû şîrovedarên welatê xwe kiriye, lê qet ti yekî nikarî bersiv bide wî. Dûr ve mîr ji berjewendiya Yûsif ji hevalê wî yê zindanê bihîstiye û ew ji zindanê derxist. Yûsif ji mîr re gotiye ku gerê di pistî heft salên piranî da heft salên birçî li ser welatê Misir ê de werin. Ji bona baqiltiya Yûsif, mîr ew kiriye wezîrê xwe û Yûsif jî di heft salên piranî da hemû embarên welêt bi genim û xwerin tujî kiriye û di salên tunetiyê de ew xwarin ji civatê re belav kir.

Birayên Yûsif jî ji bo ku gênim bikirin ji welatê xwe hatin Misirê. Di dawiyê de Yûsif xwe ji wan da nasîn û hemiyan borandiye. Yûsif bav, dê û birayên xwe aniye Misirê li cem xwe. Gava endamê malbata wî hatine Misirê bav, dê û 11 birayên wî xwe ji ber wî xar kirin û sipasiya xwe nîşan dan. Bi wê awayê xewna Yûsif yê zarokatiyê jî hatî bû şundê.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]