Famîleya baqilan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rûpela nû hate tomar kirin |
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya 16:51, 6 gulan 2011
Famîleya baqilan | |
---|---|
![]() | |
Mêwa japonî | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Filûm: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Fabales |
Famîle: | Fabaceae |
Binefamîle[1] | |
![]() | |
Cihê ku famîleya baqilan lê : daristanên baranê, nermhewa, giya |
Famîleya baqilan (navê botanîk Fabaceae) famîleyeke fireh a Riwekên bi kulîlk e. Piştî Famîleya orkîdeyan û Famîleya beybûnan famîleya fireh a sêyemîn e. Li gorî agahiyên fermî 730 cins û bêhtirî 19,400 cure hene. Bi hejmara bêhtirî 2,000 cureyan Cinsê herî fireh Gonî ne, Darcêwî zêdetirî 900 cure, Wesme nêzîkê 700 cure ye. Cinsekî dî yê fireh heye ku Crotalaria xwediyê 600 cure û Giyaşîrîn 500 cure ne.
Pel
Pelê wan bi gelemperî alternatîf û bi hevdu ve ne. Gelek cure xwediyê pelên bi binyateke wisa ne ku moriyan dikişîne xwe û ev morî jî riwekan ji kêzikên giyaxur diparêzin.
Kulîlk
Kulîlk bi gelemperî ji pênc pelên çeperê yên pevkelijî û pênc pelên tancikê yên serbest pêk tên. Bi giştî nêremo ne.
Fêkî
Hêkel bi giştî di nava teneyêke de mezin dibe an jî geşedanî dibe. Tene ji fêkiyekî ziwa yê sade pêk tê.
Ra
Li ser rayên gelek baqilan bakterî hene ku ev nîtrojena serbest a li hewayê digirin û didine nav axê. Bi saya van bakteriyan baqil nîtrojenê ji axê distînin.