Çênc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sosa Holandî li ser melajo û kartolê kirine
Amana sosê

Çênc, gevola (gebola) biharatê, sos yek ji berkelîna (melzemeyê) xwarinê ye, bo çêjdanê tê bikaranîn. Di pêjgeha kurd de cihê wê bi qasî biharatê nebe jî, girîng e. Alîkareke xwarinê ye.

Sos bi tenê nayên xwarin, çêjdar e, bo tehma xwarinan xweşçeşnî yan rengê wan balkêş bikin, tê bikaranîn.

Angaştek li ser navê sosê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi texmînî bêjeya çêjn û çêncê ji heman kokê ye. Dibe ku bav-kalên kurdan ji ber ku çênc (sos) tehmê dide ji lezetê re gotine çêj. Bi bandora zimanên Ewropayê, kurd jî niha pirranî dibêjin sos. Sos peyveke fransî ye.

Sosên tîr û yên ron hene. Yên tîr bo meqarne (makaron), xingal û xwarinên wek wê, yên ron jî pirranî bo seleteyê ne. Aşpêj, xwarinpêj bi xwe jî sosan çêdikin, ji bazarê jî dikirin. Xelk bi giranî sosên nûjen ên tên firotin, dikirrin.