Biharat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Biharbêhn li bazara Agadir, Maroko, 2005
Firoşgehek li bajarê Nasiriya ya Îraqê, 2007
Biharbêhn li Çînê
Biharbêh li bazareke Hindîstanê

Biharat, biharbêhn ji gihayên hêşîn ên hişkkirî, hêrayî yan têkelî re tê gotin. Li Kurdistanê bi biharan bi sedan cureyê riwekan tên berhevkirin û hin ji wan bo demekê dirêj bên bikaranîn tên hişkkirin an tirşiya wan tê çêkirin.

Biharbêhn, bo bêhna biharê, çêja xwezayê tevlî xwarinê bibe, bi tevî çêncê (sos) tê bikaranîn. Pêjgeha kurd pirr hez ji biharatê dike. Di gelek xwarinên kurdî de biharat heye.

Biharbêhnên pêjgeha kurd ên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare wiha dabeş bike[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Biharbêhnên bêhnê didin
  • Biharbêhnên çêjê (tehmê) didin
  • Biharbêhnên rengê didin xwarinan
  • Biharbêhnên bêhnê dikujin (bo mînak bêhna sîrê û masiyan)
  • Biharbêhnên berê tên kelandin û paşê jî hişkkirin
  • Biharbêhnên ji dendikan
  • Biharbêhnên ji pelgên riwekan
  • Biharbêhnên ji rehên riwekan
  • Biharbêhnên organîk (ji goşt, hestî yan organên din ên ajalan)
  • Biharbêhnên têkelî (yên nûjen û di teknîka konservekirinê de tên bikaranîn)