Çarşema Reş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çarşema Reş di folklora kurdan de cejneke beriya Newrozê ye. Li gelek deverên Kurdistanê Newroz bi merasîmên dûvdirêj dihate pîroz kirin. Yek ji van cejn û merasîman jî Çarşema Reş e ku hefteyekê beriya Çarşema Sor tê pîrozkirin. Merasîman jî bi Adarûya danî têde dihat çêkirin,mehekê beriya Newrozê destpê dikir. Çarşema Sor di çarçoveya pîrozkirina Newrozê de çarşema beriya 21ê Adarê ye. Çarşema Reş jî hefteyekê beriya vê cejnê tê pîrozkirin.

Di xisleta Çarşema Reş de dualîbûneke kevnar a Kurdistanî û Îranî heye. Ango ev roj hem sedema hêvî û destpêkên nû ye û hem jî rojeke tirs û fikaran e. Di binyada vê dualîbûnê de destpêka salnameya Kurdî heye. Di vê salnameyê de 4 rojên dawiyê yên Sibatê û 4 rojên destpêkê yên Adarê (divê 13 rojên sererastkirina Salnameya Romî jî li ber çavan werin girtin) jî di nav de 10 rojên beriya sal biqulibe, weke rojên biryarê ji bo siberoja mirovan dihatin pejirandin. Ango di van rojan de ruhên pêşiyan tên ser rûyê erdê û divê mirov ji wan re rêzê bigire û wan bi xwarinên xweş û cil û bergên paqij razî û qayîl bike.

Ji ber ku Çarşema Reş xwediyê vê taybetmendiya dualî ye, mirov vê rojê li malên xwe namînin, ji malên xwe derdikevin û diçin seyrangehan. Ev cejn îro jî di serî de Nisêbîn, Midyat û Cizîr jî li gelek navçeyan tê pîrozkirin.