Here naverokê

Newroz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Newroz
Keçeke kurd bi cilûbergên neteweyî li gundê Palangan a Rojhilata Kurdistanê Newrozê pîroz dike (2017)
Dîmenek ji Newroza Akrê, Başûrê Kurdistanê (2018)
Newroz li Rojhilata Kurdistanê (2017)
Cejna Newrozê, di sala 1997an de li Girê Tertebê, Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê
CureÇandî
Dîrok21ê adarê (her sal)

Newroz yan jî cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê kurd û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekê cejna azadî, ceja hatina biharê û wekî cejna vejînê her sal di 21ê adarê de li seranserê Kurdistanê, li gelek bajar û navendan Kurdistanê tê pîrozkirin. Newrozên herî navdarên Kurdistanê Newroza Amedê, li Bakurê Kurdistanê û Newroza Akreyê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê kurdan ve tên pîroz kirin

Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî serdarê zilimkar a Dehaq dest bi serhildanê kiriye û wî têk biriye. Bi têk birina Dehaq re gelên bajêr ji bin zilmê rizgar dibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê. Ji ber vê yekê cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve wekê cejna azadiyê, cejna vejînê û wekê roja şiyarbûna xwezayê tê pîrozkirin.

Li seranserê cihanê her sal Newroz ji aliyê 300 milyon kesan ve tê pîrozkirin. Di nav pîrozbahiyên ku li seranserê cîhanê tê pîrozkirin, pîrozbahiya herî mezin a girseyî pîrozbahiya Newroza Amedê ye ku her sal bi beşdariya sed hezaran kesan li Amedê Newroz tê pîrozkirin.[1][2] Di pîrozbahiya Newroza Amedê de her sal nêzîkî 900.000 û 1.200.000 kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibin.[3][4]

Cejna Newrozê 3 hezar sal e ku ji aliyê gelên Kurdistanê, Asyaya Navendî, Qefkasya û Behra Reş, Balkan û Asyaya Başûr ve tê pîrozkirin.[5][6][7]

Roja 21ê adarê ji aliyê lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 23ê sibata sala 2010an de bi biryara jimareya 64/253an wekê Roja Newrozê ya Cîhanê hatiye diyar kirin.[8]

Navê Newrozê ji avestayî, ji peyva nava ku tê wateya "nû" û ji peyva rəzaŋh ku tê wateya "roj"/"ronahiya rojê" ("roja nû"/"ronahiya nû") û piştre di zimanê îranê de veguheriye Nawrouz, Novruz, Nowrouz, Nowrouz û di zimanê kurdî de jî veguheriye peyva Newrozê.[9]

Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Ji ber vê yekê di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hinek gel vê wekî “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de bûye wek Noroz, piştre jî di kurdî de bûye Newroz.

Newroz û Ekînoks

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di roja ekînoksê de ji aliyê rojê ve ronahî kirina dinyayê.

Roja Newrozê roja yekem a biharê ye ku du vê rojê de li nîvqada bakur ekînoksa biharê pêk tê. (Ekînoks demek e ku salê du caran hevsengiyekî demê di navbera roj û şevê de pêk tê) Di heman demê di roja ekînoksê de li her du polên bakur û başûr ku li ser xeta rojhilatinê ne ronahiya rojê di navbera her du nîvqadan de bi awayekî wekhev tê belavkirin.[10]

Taybeta "Roja Nû"

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xeyn ji wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere.

Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina şeytên(ehrîmen), girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.

Mîtolojiya Newrozê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku asûran li dîjî axa medan (kurd) dagirkirinên berfirehbûnê dane destpêkirin hinek ji beşên axên medan dikevin destê asûriyan. Li gorî mîtolojiyê di vê serdemê de serdareke asûrî ya bi navê Dehaq hebû ku serdarekî gelek zilimkar bû.[11] Wî welatê medan wêran kiriye û zext li ser mirovan çêkiriye ku ji ber zext û zilma wî mirovên herêmê di gund û bajaran de her dem di bin metirsiyan de bûn û wî bi vê zilm û zordariya xwe li heremê navdariyeke mezin bidest xistibû.

Piştê demekê du birîn li ser her dû milê Dehaq derdixin û demê re ev birîn kûr dibin (li gorî hinek guhertuyên mîtolojiyan di cihê van birînan de du mar derdikevin).[12] Çendekî derbas dibe û her ku diçê ji ber birînan êş û jana a birînên li ser her du milên wî zêde dibin. Şevekê Dehaq ji ber êş a dijwar ê birînên li ser milê xwe ranazê û di nîvê şevê de gazî zana û bijîşkên li qesrê dike û ji wan re wiha dibêje:

"Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin!"

Hekim û bijîşkên qesrê birînên Dehaq vedikin û li birînên wî dinêrin. Dema ku hekîm û bijîjkên qesrê birînên li ser milê wî dibînin tev bi hev re matmayî dimînin û ti gotinek ji devê yekî dernakeve. Birînên wî ewqas giran bû ku bijîjkên qesrê heta wî demê ne kulekî bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Ji ber êşa wî jan dide Dehaq bi ser hekîm û bijîşkan de diqîre û dibêje:

"Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn hekîm û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike?"

Hekîmekî ji wan difikire û wiha dibêje:

"Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan."

Dibe ku ev hekîm xwestiye bi vê gotinê xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehaq re bûye sedem ku ji “mêjiyên teze” yê zarokan dayne ser birîna xwe. Wî ferman daye ku her roj du zarokan bikujin û mejiyên wan daynin ser birînên li ser milên wî ku ev birîn bibûn wek du marên dev vekiri. Bi vî awayî leşkerên Dehaq her roj bi zorê du zarokan ji malên welatiyan digirtin dikuştin û mejiyê zarokan datînin li ser birînên wî.[11] Piştê demek aşpêja qesrê ji ber kuştina zarokan tehemûl nake û ji leşkeran dixwaze ku zarokan bidin wî.[12] Ji wir pê de aşpêja qesrê zarokan vedişêre û li cihê zarokan pez serjêdike û zarokan bi dizî dişîne çiyayan ku venegerin. Her ku çûye ev zarokên dişînin li serê çiyayan her ku diçe zêde bûne.

Li gorî mîtolojiyê demeke dirêj derbas bûye lê bi ti awayê birînên li ser milên Dehaq bi hev ve nekeliyan û baş nabin û her ku diçû birînên li ser milên wî xerabtir dibûn. Ji ber vê yekê agir ji devê Dehak dibarî ku ji ber vê yekê xof û tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediketin çavên wan. Tu hêzeke tunebû ku li dijî Dehaq derkeve û li dijî gotinên wî, ji wî re bêje na. Ji ber tirsa kuştinên zarokên wan gelek malbatan xwe berê xwe dabûn çiyayên asê ku çiya asê şikeft bi mirovan tijî bibûn.[11]

Peykerê Kaweyê Hesinker li bajarê Îsfehanê (Îran)

Li gorî mîtolojiyê Kawa mediyeke hesinvan bû ku zarokên wî jî ji kulên Dehak re bibûn qurban. Ji ber zilma Dehaq êdî kêr gihiştibû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer li xwe kom dike û ji wan re behsa zilm û zordariya Dehaq dike û plana kuştina Dehaq ji wan re eşkere dike. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Piştê ku Kawa bi heval û dostên dicive, ji wan re wiha dibêje:

"Dema ku ez Dehaq bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agirekê pêxim, dema ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye."

Piştre Kawa ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Kawa çakûça xwe yê herî baş ku pê hesin dikuta ji bo kuştina Dehaq amade dike. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa ya dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got:

"Hûn herin, ez ê niha bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe kurê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim."

Gava leşkeran ev xeber digihînin Dehaq, kêfa wî hatibû, şa dibe û çavên wî dimîne li rêya Kawa. Kawa, çakûçê xwe digire destê xwe û kure xwe hildide û berê xwe dide qesra Dehaq. Gava ku Kawa digihîje ber derê qesrê, leşkerên Dehaq dergehê ji Kawa re vedike. Kawa rasterast berê xwe dide şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehaq li ser rûniştî bû. Dema ku Dehaq Kawa li hemberê xwe dibîne ji Kawa re wiha dibêje:

"Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî ji te re!"

Piştî gotinên Dehaq, Kawa nêzîkî wî dibe. Bi milê kurê xwe digire û bir li ber pêyên Dehaq dirêj dike. Kawa çakûçê xwe bilin dike li şûna ku li serê kurê xwe, bi hemî hêz û alîyê xwe dadiweşîne li ser serê Dehaq. Taca serê Dehaq dikeve û li wir dirêjê erdê dibe. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava ku dîtin Dehaq bi rastî miriye, kêfa wan hat û kesên mayî jî, ji dest ji desthilatê berdidin û xwe radestê Kawa dikin. Kawa bi destê kurê xwe digire û derdikeve li ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dadide.

Dema hevalên Kawa li ser banê qesrê agirê dibînin wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehaq yên mayî dîl girtin û alîgirên Dehaq ku radest nedibûn jî kuştin. Gava gelê ku xwe spartibûn çiyayan agirê li ser banê qesrê dibînin ew jî difikirin ku tiştekî hatiye serê Dehaq hatiye ber bi bajêr ve tên û dibihîsin ku Kawa Dehaq kuştiye. Bi vê bûyerê re Dehaq tê kuştin û zilm û zordariya wî bi dawî bûye.

Li gorî mîtolojiyê ev bûyer di êvara 20 adarê de ku bi roja 21ê adarê ve girê dide qewimiye.[13] Di êvara 20ê adarê û di roja 21ê adarê de gelên ku li deverên asê xwe spartibûn çiyayan bi meşaleyan berê xwe didin gund û bajarên xwe. Bi kuştin û ketina Dehaq ê zilimkar re gelên bajar azad dibin û di roja 21ê adarê de xemla xwe girê didin, li her aliyên welat dadikevin qadan û dest bi govend û şahiyan dikin.

Newrozên li Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çanda Kurdistanê de Newroz semboleke berxwedanê ye ku li dijî zilimkaran wekê cejna azadî û ji nû ve vejînê tê pîrozkirin. Newroz her sal li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin û li çar perçeyên Kurdistanê bi beşdariya girseyiyên mezin gel li gelek bajarên Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin.

Bakurê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîrozbahiyên Newrozê li Bakurê Kurdistanê her sal bi şîar û bernameyên cuda di navbera 15 û 21ê adarê de li seranserê Bakurê Kurdistanê li dehan navçe bajaran tê pîroz kirin.[14][15] Barnameya Newrozê ji aliyê partiyên siyasiyên Bakurê Kurdistanê ve têne lidarxistin û bi beşdariyên hunermend, sitranbêj û siyasetmedaran bernameyên Newrozê têne lidarxistin.[14] Pîrozbahiyên Newrozên li bajar û navçeyan bi gotina sitranên hunermend û stranbêjan û bi hilkirina agirê Newrozê re,[16] bi şahî û gerandina govendên ku ji aliyê gelên ku beşdarê Newrozê bûne, heta dawiya rojê berdewam dike.[17]

 Gotara bingehîn: Newroza Amedê

Yek ji navendên girîng ên pîrozbahiyên Newrozê pîrozbahiya Newroza Amedê ye ku pîrozbahiya herê mezin ê Cîhanê li Newroza Amedê tê lidarxistin.[18] Ji bo beşdar bûna Newroza Amedê ji gelek deverên Cîhanê bi sedan medayayên biyanî û xwemalî, siyasetmedarên ji gelek welatên cuda û siyasetmedarên kurd û nûnerên saziyên sivîl û partiyan û salane bi milyonan kes beşdarê Newrozê dibin. Newroza herî qelebalixê Amedê, Newroza sala 2013an bû ku hatiye diyarkirin nêzîkî 2 milyon kes beşdarê Newrozê bûne.[18]

Yekem Newroza girseyî ya li Amedê di sala 1991ê de di bin qedexekirina rewşa awarte ya dewleta tirk de ku li seranserê Bakurê Kurdistanê hatibû ragihandin, bi beşdariya 1000 kesî li Qada Şêx Seîd hatibû pîrozkirin.[19]

Başûrê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekê herêmên din ên Kurdistanê li bajarên Başûrê Kurdistanê bi pîrozbahiyên li bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin.[20][21] Protokola Başûrê Kurdistanê li ber derê Keleha Hewlêrê bi cil û bergên neteweyî bi fermî beşdarê merasîma Newrozê dibin.[22] Di merasîmê de agirê Newrozê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê tê pêxistin û şahiya Newrozê tê despêkirin.[22]

 Gotara bingehîn: Newroza Akreyê

Navçeya Akrê yek ji navendên girîng ê pîrozbahiyên Newrozê ye ku bi erdnîgariya xwe yê çiyayî ji bo pîrozkirina Newrozê qadeke xwezayî peyda dike.[21] Pîrozbahiyên li navçeyê bi lidarxistina meşên bi meşale[23] û daliqandina alaya Kurdistanê ji çiyayan li kêleka navçeyê rengekî cûda daye pîrozbahiya Newrozê.[21] Bi şêwaza xwe ya pîrozbahiyê yên bêhempa, navçeyê sernavê "Paytexta Newrozê" bi dest xistiye. Ji bo beşdariya pîrozbahiya Newrozê her sal ji çar aliyên Cîhanê ji gelek kes ji bo pîrozbahiyên li navçeyê berê xwe didin Akreyê.[21]

Rojhilata Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rojhilata Kurdistanê li gelek bajaran her sal bi beşdariyên girseyê Newroz têne pîroz kirin. Li seranserê Rojhilata Kurdistanê ku di nav de bajarên wekê Makû, Ûrmiye, Hemedan, Şarîkurd, Sine, Mehabad,[24] Kirmaşan hene bi beşdariyên mezin Newroz ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin.[25] Rojhilata Kurdistanê herêma Kurdistanê ye ku piştî Bakurê Kurdistanê Newrozên bi girseyiyên qerebalix lê tê pîrozkirin.[26][27]

Rojavayê Kurdiatanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gelek bajarên Rojavaya Kurdistanê her sal 21ê adarê de tê pîrozkirin. Bajarên sereke Rojavayê Kurdiatanê ku Newroz lê tê pîrozkirin Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Kobanê û Efrîn e.[28][29][30] Di sala 2026an de li Rojhilata Kurdistanê Newrozên herî girseyî li Qamişlo, Kobanê[31] û li Efrînê hatine pîroz kirin.[32] Piştê ku Efrîn di sala 2018an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dagirkirin, heya sala 2026an pîrozbahiya Newrozê li Efrîn a Rojavayê Kurdiatanê hatibû qedexekirin.[33]

Herwiha binêre

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Ji bo Newroza Amedê ya 2024an bi sed hezaran hatin hatin ba hev".
  2. ^ "Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan hate pîrozkirin". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 adar 2024.
  3. ^ "Amedê Newroz di bin Baranê de Hate Pîroz Kirin". Voice of America. 21 adar 2024. Roja gihiştinê 22 adar 2024.
  4. ^ "Bi milyonan kes Newroza Amedê pîroz dikin". sendika.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 adar 2024.
  5. ^ "General Assembly Recognizes 21 March as International Day of Nowruz, Also Changes to 23-24 March Dialogue on Financing for Development | Meetings Coverage and Press Releases". press.un.org. Ji orîjînalê di 11 sibat 2025 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2025.
  6. ^ Katzman, Kenneth (2010). Iran: U. S. Concerns and Policy Responses` (bi îngilîzî). DIANE Publishing. ISBN 978-1-4379-1881-6.
  7. ^ Melton, J. Gordon (13 îlon 2011). Religious Celebrations: An Encyclopedia of Holidays, Festivals, Solemn Observances, and Spiritual Commemorations [2 volumes]: An Encyclopedia of Holidays, Festivals, Solemn Observances, and Spiritual Commemorations (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-1-59884-206-7.
  8. ^ Nations, United. "International Nowruz Day". United Nations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 adar 2025.
  9. ^ Cantera, Alberto (2004). Studien zur Pahlavi-Übersetzung des Avesta (bi almanî). Otto Harrassowitz Verlag. ISBN 978-3-447-05123-1.
  10. ^ Dabrowski, Patrice M. (1 çiriya pêşîn 2014). Poland: The First Thousand Years (bi îngilîzî). Cornell University Press. ISBN 978-1-5017-5740-2.
  11. ^ a b c "Şeyhmus Çakırtaş | Hêza agirîn a mîtolojiyê: Newroz". Independent (bi tirkî). 21 adar 2020. Roja gihiştinê 23 adar 2026.
  12. ^ a b "Newroz: Bîranîna Berxwedana Gel – Kovara Jin" (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 adar 2026.
  13. ^ "For Kurds, a day of bonfires, legends, and independence". Christian Science Monitor. ISSN 0882-7729. Roja gihiştinê 24 adar 2026.
  14. ^ a b "Li Amedê Cejna Newrozê bi coş tê pîrozkirin". rudaw.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 adar 2026.
  15. ^ "Bernameya Newrozê ya 2022an". hedep.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 adar 2026.[girêdan daimî miriye]
  16. ^ Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 adar 2026
  17. ^ Newrozê Amedê 2026 (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 adar 2026
  18. ^ a b "Nêzîkî 2 milyon kes li qada Newrozê ne!". Evrensel (bi tirkî). 21 adar 2013. 2 milyona yakın kişi Newroz alanında! [Nêzîkî 2 milyon kes li Amedê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn]
  19. ^ "Newroza Amedê mohra xwe li dîrokê daye". Politika Haber (bi tirkî). 17 adar 2021. Roja gihiştinê 21 adar 2026.
  20. ^ "Dîmenên ji Newroza Akreyê ya sala 2026an". www.instagram.com. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  21. ^ a b c d RonseCreative. "Akra çawa bû paytexta Cejna Newrozê?". İlke TV (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  22. ^ a b "Li ber derê Keleha Hewlêrê merasîma Newrozê". www.instagram.com. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  23. ^ "Dîmenek ji pîrozbahiyên Newroza Akrê ya 2026an". www.instagram.com. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  24. ^ Kurdistan24 (20 adar 2025). "Newroza Rojhilatê Kurdistanê bi cilûbergên Kurdî hat xemilandin". Newroza Rojhilatê Kurdistanê bi cilûbergên Kurdî hat xemilandin. Roja gihiştinê 22 adar 2026.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  25. ^ "Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz". Rojnews.News - Kurmancî (bi îngilîziya kanadayî). 7 gulan 2020. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  26. ^ نەورۆزی ٢٠٢٥ لە ئورمیە/ورمێ - Newroz 2025 in Urmia/Wirme (bi îngilîzî), roja gihiştinê 22 adar 2026
  27. ^ The glory of #Nowruz in eastern #Kurdistan/شکۆی #نەورۆزلە ڕۆژهەڵاتی #کوردستان (bi îngilîzî), roja gihiştinê 22 adar 2026
  28. ^ "Coşa Newrozê li Rojava dewam dike". ANF News. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  29. ^ "Agirê Newrozê li hemû bajarên Rojava hatin pêxistin". ANF News. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  30. ^ "Newroza Kobanê: Divê yekîtiya neteweyî were avakirin". ANF News. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  31. ^ Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin. (bi îngilîzî), roja gihiştinê 22 adar 2026
  32. ^ "Xelk ber bi deverên pîrozbahiya Cejna Newrozê li Rojava ve diherikin | Galeriya Wêneyan". Rojnameya Yenî Yaşamê (bi tirkî). 21 adar 2026. Roja gihiştinê 22 adar 2026.
  33. ^ Arab, The New. "Turkey bans Newroz celebrations for Syrian Kurds in Afrin". alaraby (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 adar 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: newroz – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir