Çemkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çemkan yan Çemikan eşîrek Wêranşarê ye. Eşîrek ji federasyona eşîrên Millan e. ev eşîrê ji çar beran pêk tê. Cûa, girda, heydoya (va bera baroyan ji tevê) û melheseniyan in. Malmezinê cûan mala Omerê kuluk û malmezinê girda mala Bişo ye. Mal mezina berên din pêr nehatiye pêşiye û dem bi dem xwe bi ser berin din ve girtine. Jê ber aboriye pir kes nava Wêranşar'ê dijin. Bi piranî li wêranşarê diminin û li Sêwreg û Amedê çend gundên wan hene. Lê wêranşarê gunden çamûrlî (Cua), Qûcax, Nebeyûb, Romicî (gırda) Ingêlik, Birik (heydoya) Dîk û Elîko (melhesniya) gundê çemkan in.