Çerkez cendirme Hemid kurê Yûsif

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çerkez cendirme Hemid kurê Yûsif
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çerkez Hemîd kurê Ûsiv, Çerkez cendirme Hemid kurê Yûsif, Çerko (jdb. ? - m. 29ê hezîrana 1925an li Amedê) yek ji têkoşerên serhildana Şêx Seîd bû ku di nava 47 pêşawayên serhildanê de hat darvekirin.

Bi xwe ji baweriya elewî bûye. Di darizandinan de berê bi cezayê 15 salan tê cezakirin. Lê ew viya layîqê xwe nabîne û ji dadgehê tika dike ku cezayê îdamê bidin wî jî.

Çerko bi romiya (tirkî) wê demê (osmanî) di dadgehê de ji dadgeran re wiha diqîre:

"Şeyh Sâîd`in olmadığı, İslâmsız bir dünyada, benim için hayat haramdır. Zîllet altında yaşamaktansa, izzetlice idâm sehbâsında ölmek daha evlâdır."[çavkanî hewce ye]

(ku. Di cîhana Şêx Seîd ne lê ye, di erdxaneke bêî Îslamê de jiyan, bo min heram e. Ji jiyana di bin zîletê de be, mirina li sêpaya mirinê ya bi îzetê çêtir e.)