Çiğdem Özgül

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çiğdem Özgül (jdb.21ê çiriya pêşîn a 1980an li gundê Qeremêş a Gimgimê - m. 3ê çiriya pêşîn a 1994an li heman cihê) keçikeka kurdperwer û zana bû û jiyana xwe bi destên xwe bidawî kir.

Ji Qeremêş a Gimgima Mûşê bû. Keça Mendo (Memduh Özgül) bû. Ji qebîla Beyteş in. Bavê wê dibe cerdewan û li dijî hêzên kurdperwer têdikoşe. Ev yeka han ji aliyê malbata wê ve tê şermezarkirin. Mendo gelek caran bi alîkariya hêzên dewletê zilm û zordariyê li malbata xwe û li gundiyan dike. Gundê Qeremêşê ji ber ku nebin cerdewan gelek berxwedide.

Di 3ê çiriya pêşîn a 1994an de Çîdo ya şêr çeka ku dewleta Tirk dabû bavê wê digire û li meydana gund ji bo şermezarkirina îxanetê xwe dikuje. Beriya ku dawî li jiyana xwe bide, bi hestên kurdperwerî axavtineke dirêj dike û bi bangewaziyan tetikê dikişîne.

Tê gotin ku bavê wê bi 12 Milyon pereyî cerdewani pejirandiye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]