Gimgim

Gimgim
Varto
Gimgim
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Kurdistan
Parêzgeh Mûş (parêzgeh)
Serbajar Gimgim
Qeymeqam Ahmet Günaydın

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara taxan 7 tax
Hejmara gundan 93[1] gund
Hejmara mezran 50 mezre

Gelhe (2010) 33.776[2] kes
Rûerd 1.418 km2
Berbelavî 24 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2010) 9.746 kes
Koordînat 39°10′20″Bk 41°27′18″Rh / 39.17222°Bk 41.45500°Rh / 39.17222; 41.45500
Bilindayî 1.520 m
Koda postayê 49600
Koda telefonê (+90) 436
Gimgim li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Gimgim
Gimgim
Gimgim (Bakurê Kurdistanê)
Gimgim li ser nexşeya Mûş nîşan dide
Gimgim
Gimgim
Gimgim (Mûş)

Gimgim (bi tirkî Varto), navçeyeke bi ser parêzgeha Mûşê ve ku dikeve aliyê bakurê rojhilatê Mûşê. Li bakurê Gimgimê Kelê (Xinûs), li rojava Çewlîg li rojhilat Kop û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene.

Rûbera axa navçeyê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 mêtre û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 mêtre ye.

Wateya navê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser bingeha navê Gimgimê zelalî nîne. Pir kes di wê bawerîyê de ne ku, ev nav ji Urartûyan tê. Berîya Terteleya Ermeniyan 1914-1915 çend gundên Filehan jî li herêmê hebûne.

Bi navê Vartan êlek, eşîrek Kurd heye li Gimgimê. Hin ji malbatên wan li gundê Qeremêşê dijîn. Guman e ku navê xwe dave Gimgimê.

Angaşta dûyemîn navê Gimgimê ji bêjeya Urartû derketiye lê Urartûyan bo xwe ev nav ne bikaranîne. Piranîya zanistan viya napejirînin.

Angaşta sêyemîn ji şibandina peyvan tê. Hin dîroknasên Ermeniyan li erdnîgariya Kurdistanê, li şibandina navan digerin. Peyvên Kurdî heger bişibin Ermenîkî Herdu ziman jî ji heman malbatê ne dibêjin "ev berê cihê Ermeniyan bûye". Ev ne rêbazeke zanistî ye. Gorî angaştayê Gimgim ji bêjeya "vart" a Ermenîkî tê, wateya wê jî gul e. Ango cihê gulan. Lê em dizanin avhewaya Serhedê çiyayî ye. Sar û ziwa ye û ti carê Gimgim nebûye wargehê gulan. Bêjeya Vart herwiha di Pehlewiya kevn de jî cîh digire û bi wateya gul e.

Bi texmînî koka navê Gimgimeê ji bêjeya War=Wargeh=Zozanê tê. Çanda devkî ya herêmê de behsa du birayên bi navê Îno û Tato tê dikirin. Dibêjin ev bira bûne û ji parêzgeha Dêrsimê hatine. Mêrxas bûne. Guman e Gimgimê bingeha xwe ji Warê Tato girtibe. Berîya sedsala 16. gelê nedigotiye Gimgim, tenê Gimgim di bikaraniye.

Êla Vartan jî dibe ku ji neviyên Tato bin an wextekê li navenda Gimgimê dijiyabûne û Gimgime di destê wan de bûye.

Dîsa navê Gimgim gorî hin angaştayên, ji ber erdhejan derketiye. li 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Gimgimê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka Gimgimê heya Mediyan aşkera bûye. li Gimgimê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Gimgim cih guhêstiye.

li Şerê Çaldiran a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Gimgim xwedî roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Varto azadî tehm kiriye. Dîsa Gimgime di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê. li ser pira Evdirehmanpaşa ya di navbera Mûş û Vartoyê de Şêx Seîdê nemir dîl ketiye destê Dugela Tirk.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara niştecihên navenda Gimgimê niha zêde bûye. Aborî li ser xwedîkirina pez û dewar, firotina berhemên şîr e. Niştecihên Gimgimê bi zaraveyên Kurmanc û Kirdkî Kirmançkî, Dimilkî an Zazakî diaxivin. ji aliyê olî de Sunnî û Elewî ne. li Gimgimê radeya perwerdehiyê bilind e. Niştecihên herêmê jiyaneke nûjen dijîn. Wextekê Gimgimeyan xwestin wekî kolxozên YKSSê hin fîrmayên herêmî ava bikin û tevahîya karê hilberîna berhemên şîr bi xwe bikin. Lewra fîrmayên Tirkan şîr bi erzanî dikirrîn û nedihîştin reqabet jî hebe. Dewletê nehîşt fîrmayên herêmî bikeve karê şîr. Bi gotineke din bi zanebûn gel xizan hîştin.

Van salên dawîyê bi mîkrokredîtan hinekan ji xwe re kewarên mozhinguvê kirîn lê qedexeya zozazan, operasyonên leşkerî, şewitandina daristanan rê nade di wê de jî serketin hebe.

Gimgimiyan gelek koçber dane. li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin), Fransa bi giranî Marsêy gelek Gimgimê dijîn. Ew ji Gimgimê re pere dişînin, an heger derfet bibînin bi havînan tên herêmê.

Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Gimgimê kanîya sitran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.

Wargehên balkêş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navdarên Gimgimê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]