Here naverokê

Çiyayên Tatrayê

Çiyayên Tatrayê

Bi dîtina çavên çûkan, dimenek ji Tatraya Rojava.
Bilindayî  2.655 m
Cih Zakopane, Polonya; Poprad, Slovakya
Zincîreçiya Karpatên Rojavayî
Koordînat 49°10′40″Bk 19°54′30″Rh / 49.1778°Bk 19.9083°Rh / 49.1778; 19.9083
Çiyayên Tatrayê li ser nexşeya Ewropa nîşan dide
Çiyayên Tatrayê
Çiyayên Tatrayê
Çiyayên Tatrayê li ser nexşeya Polonya nîşan dide
Çiyayên Tatrayê
Çiyayên Tatrayê
Çiyayên Tatrayê li ser nexşeya Slovakya nîşan dide
Çiyayên Tatrayê
Çiyayên Tatrayê
Cure Rêzeçiya

Çiyayên Tatrayê yan jî Rêzeçiyayên Tatrayê (bi polonî û slovakî; Tatry) rêzeçiyayeke di nav sîstema Karpatên Rojavayî de ye ku sinorê xwezayî ya di navbera Slovakya û Polonyayê de çêdike. Tatra çiyayên herî bilindê Karpatanan e ku beşek ji Rêzeçiyayên Karpatanan e. Çiyayên Tatraya di navbera Slovakya û Polonyayê de ye û ji Tatrayên Jêrîn (bi slovakî: Nízke Tatry) cuda ye ku Tatrayên Jêrîn çiyayeke li başûrê Slovakyayê ye.

Çiyayên Tatrayê qadeke bi qasî 785 kîlometreçargoşe rûerd vedigire ku ji vê qadê nêzîkê 610 kîlometre çargoşe (77,7%) di nav sinorê Slovakyayê de ye û bi qasî 175 kîlometreçargoşe (22,3%) rûerd jî di nav sinorê Polonyayê de ye. Xala herî bilindê Tatrayê, Rysy li Polonyayê ku bi bilindahiya 2.500 mêtre bilind e[1] û li başûrê Zakopane, li ser sinorê Slovakyayê ye.[2][3]

Dirêjahiya Tatrayan ku ji perên rojhilat Kobylí vrch (1.109 metre) heya perên başûrê rojava Ostrý vrch (1.128 m), di xetek rast de tê pîvan, 57 km (an 53 km) ye.[3] Li gorî hinek pîvanan li ser rîşa sereke dirêjahiya Tatrayê digihîje 80 kîlometreyê û berfirehiya Tatrayê jî 19 kîlomêtre berfireh e.[4] Pozikê sereke yê Tatrayê ji aliyê rojava ve ji gundê Hutyyê berbi rojhilat ve destpê dike li aliyê rojhilat ve heya gundê Ždiarê dirêj dibe.

Çiyayên Tatrayê niha bi çêkirina Parka Neteweyî ya Tatrayê ya Slovakyayê û bi çêkirina Parka Neteweyî ya Tatrayê ya Polonyayê ku bi hev re ketine nav Tora Cîhanî ya Rezervên Biyosferê ya UNESCOyê bi qanûnan têne parastin.[5]

Yekem qeyda nivîskî ya navê Tatrayê di sala 999an de, dema ku Dûka Bohemî Boleslaus II, li ser nivîna mirinê bû bibîr tîne ku Dûka Bohemiya heya Çiyayê Tritriyê berfireh bûye. Belgeyek din jî belgeya sala 1086an de ji aliyê Henry IV ve hatiye gotin ku tê de behsa Metrana Pragê bi çiyayên Tritri re dike. Naveke din jî di sala 1125an de ye ku di kronîkên Kosmas (Chronica Boemorum) de navê Tatri tê gotin.

Nêrîna giştî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên Tatrayê zincîreyek çiyayî ya xwedî xwezaya xêzkirî ye ku ji Orjeniya Alpîne derketiye holê û ji ber vê yekê bi rengek ciwan a axê ya derew ve tê kategorîzekirin ku her çiqas pir piçûktir be jî pir dişibe bergeha Alpê. Tatra di nav rêzeçiyayên Karpatanê de rêzeçiyaya herî bilind e.

Tatra ji van zincîrên çiyayî yên navxweyî pêk tê:

  • Tatrayên Rojhilatî (Východné Tatry, Tatry Wschodnie) ji van çiyayên li jêr pêk tê
    • Tatrayên Belianske (Belianske Tatry, Tatry Bielskie)
    • Tatrayên Bilind (Vysoké Tatry, Tatry Wysokie)
  • Tatrayên Rojavayî (bi slovakî: Západné Tatry; bi polonî: Tatry Zachodnie)

Xwezaya giştî ya Tatrayê digel gihîştin a hêsan ançiyayê ji bo gera geştiyara û ji bo lêkolînên lêkolîneran dibe vebijarkek. Ji ber vê yekê Çiyayên Tatrayê bûye navendeke werzîşê ya zivistanê ya populer. Digel seyrangehên wekî Poprad û bajarokê Vysoké Tatry (Bajarokê Tatrasên Bilind) li Slovakya ku di sala 1999an de hatiye avakirin di nav wan de seyrangehên cihê yên berê wekê Štrbské Pleso, Starý Smokovec heye û Tatranská Lomnica yan jî Zakopane ku wekê "paytexta zivistanê ya Polonyayê" tê binavkirin li herêma Tatrayê ye. Tatrayên Bilind bi 24 (an 25) lûtkeyên bilind ên ku ji asta deryayê 2.500 mêtre zêdetir in, bi Karpatên Başûr re, bi tevahiya 1.200 kîlomêtre dirêjahiya kevana Karpatan de yekane şêwaza dîmena alpî temsîl dikin.

Rûbera Çiyayên Tatra 785 km² ye ku ji wan bi qasî 175 km² (22,3%) di nav sinorên Polonya de ye û bi qasî 610 km² (77,7%) di nav axa Slovakyayê de ye.[6]

Dirêjahiya Çiyayên Tatrayê ku ji perê başûrê rojavayê Ostry Wierchê Kwaczański (1128 m) heya perê rojhilatê Kobyli Wierchê (1109 m) tê pîvandin di xetek rast de 57 km ye û bi pîvana li ser girên sereke 80 km dirêj e. Girên sereke yên Çiyayên Tatrayê ji Huciańska Przełęcz (905 m) li rojava heya Ždiarska Przełęcz (1081 m) li rojhilat dirêj dibe. Berê herî berfireh 18.5 km, berfirehiya navîn a Tatrayê 15 km ye.[7]

Beşeke girîngê girê sereke yê Çiyayên Tatrayê di nav deşta mezin a Ewropayê de ye ku di navbera Deryaya Baltîk û Deryaya Reş de cih digire. Devera li rojhilat û bakur qada hewzeya Deryaya Baltîkê ye (hewzeya Dunajec û Poprad), qada mayî qada hewzeya Deryaya Reş e (herêma Orava û Váh).[8]

Bi tesîra girseyên çiyayên bilindbûyî geliyên kûr ên mezin derketine holê. Çiyayên Tatrayê ji aliyê rojava û bakur - bi qada daketî ya Orava-Podhale, ji rojhilat û başûr - bi qada daketî ya Liptov-Spiskie ve hatiye dorpêç kirin. Newalên geliyên Çiyayên Tatrayê bi bilindahiya bi qasî 500-700 mêtreyê bi ser asta deryayê ve ne. Cûdahiya bilindbûnê di navbera geliyên derdorê û lûtkeyên Çiyayên Tatrayê de digihîje 2000 mêtreyê.[9]

Xwedîderketin û nakokiyên sinor

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya cîhê Çiyayên Tatrayê
Parka Neteweyî ya Tatrayê, Polonya. Ev gola ku li Parka neteweyî ya Polonyayê cih digire gola herî mezin û çaremîn gola herî kûr a Çiyayên Tatrayê ku li aliyê başûrê Polonyayê ye.

Di dema dawiya Komara Polonî ya Yekem de, sinorê bi Padîşahiya Macarîstanê ê li Çiyayên Tatrayê bi awayekê baş nehatiye diyar kirin. Tatra dibe navendeke sinorî ya bê dagirkirin. Di 20ê çiriya paşîna sala 1770an de di bin navê parastinê de bi hinceta pêşîgiritina nexweşiya webaya li Podoliayê artêşeke awisturyayî ket nav axa Polonya û kordonek sanitaire ava dike û bi vê awayê Sądecczyzna, Spiš û Podhale dagir dike. Piştî du salan Parvekirina Yekem a Polonyayê erd ji Awistriyayê re vediqetîne. Di sala 1824an de herêma Zakopane û derdora Morskie Oko ji aliyê Emanuel Homolacs a mecarî ve ji rayedarên Împeratoriya Awistrî hate kirîn. Dema ku Awistirya-Mecaristan di sala 1867an de hate damezrandin, Çiyayên Tatrayê dibe sinorek xwezayî di navbera her du dewletên padîşahiya dualî lê sinor bixwe hêjî bi awayekê baş nehatiye diyarkirin. Di sala 1889an de kontekî polonî Wladysław Zamoyski di zêdekirineke hemberhev (mezad) de herêma Zakopane û derdora Morskie Oko dikire. Di dawiya sedsala 19an de ji ber gelek nakokiyên li ser milkiyeta axê hewl hatin dayîn ku sinor were diyarkirin. Hewlên diyarkirina sinorê heya sala 1897an bê encam dimîne û doz diçe dadgeheke navneteweyî ya ku di 13ê îlona sala 1902an de xêza rastîn a sinorê Awistirya-Mecarîstanê li devera bi nakok hate diyar kirin.

Nelihevkina nû ya nakokiyên sinorî di navbera Polonya û Çekoslovakyayê de yekser piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem, dema ku ev her du welat hatine damezrandin dest pê kiriye. Di nav îdiayên din de, Polonya îddîa kiriye ku xwediyê beşeke mezin a herêma Spišê ye. Di vê îdîayê de beşên din ên Çiyayên Tatrayê jî hene. Piştî çend salên pevçûnên sînor, peymana yekem (ji aliyê Cemiyeta Miletan ve hatiye hêsan kirin) di sala 1925an de hatiye îmze kirin ku Polonya beşek piçûk a herî bakur a herêma Spišê wergirtiye û bi vî awayê sinorên ku li Çiyayên Tatrayê ne nayên guhertin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê her du aliyên pevçûnê ve gelek hewildan hebûn ku bêtir axa çiyayî bidest bixin lê peymana dawî ya ku di sala 1958an de hatiye îmzekirin (heta roja îro derbasdar e) xeta sinor ku di sala 1925an de hatibû pejirandin, parastiye.

Di gulana sala 2019an bi barîna berfê Çiyayên Tatrayê spî bûye.

Tatra li herêma nerm a Ewropa Navîn cih digire. Ev jî ji bo tevgerên girseyên hewayê astengeke girîng e. Topografiya wan a çiyayî dibe sedema yek ji pirrengtirîn avhewaya li vê herêmê.

Herî zêde yê barîna baranê li quntarên bakurê Tatrayê hatiye tomarkirin. Di mehên Hezîran û Tîrmehê de, barîna mehane digihîje dora 250 mîlîmetreyê. Di salê de ji 215 rojê heta 228 rojan baran dibare. Di salê de bi navînî 36 rojên bahozê çêdibin.[10]

Berfa herî zêde ya li ser lûtkeyên bilind ên Tatrayê wiha ye:

  • Li Polonyayê - Kasprowy Wierch: qalindahiya herî zêde digihîje 388 santîmetreyê.[11]
  • Li Slovakyayê - Lomnický Štít: qalindahiya herî zêde digihîje 204 santîmetreyê.

Lûtke carinan di seranserê salê de bi berfê yan qeşayê têne girtin. Li rûbarên befgirtiyên Tatrayê pir caran aşît çêdibin.

Germahiya Çiyayên Tatrayê ji -40 °C di sermaya di zivistanê de heya 33 °C di mehên germên havînê de, diguhere. Germahî li gorî bilindahî û tîrêjê tavê ya berwariya cihan diguhere. Germahiya di bin 0 °C de li ser lûtkeyên bilind ên Tatrayê 192 rojan berdewam dike.[9]

Bandorên berbiçavên bahoza ku di sala 2004an li beşên Tatraya Slovakyayê derketiye.

Leza bayê navînî li ser lûtkeyan 6 m/saet e.

  • Li aliyê bakur bayên başûrî.
  • Li herêmên nizm ên Tatrayê bayên rojavayî (Jêrqada Orava-Nowy Targ)
  • Bayên fonê (bi polonî: halny) pir caran di navbera mehên cotmeh û gulanê de derdikevin. Ev ba hem germ û hem jî zuwa ne ku dibe sedema zirareke mezin.

Leza bayê herî zêde 288 km/seat (179 mph) di 6ê gulana sala 1968an de hatiye tomarkirin.[8]

Di 19ê çiriya paşîna sala 2004an de beşên mezin ên daristanên li başûrê Slovakyayê ya Tatraya Bilind ji ber bahoza bayê bihêz zirar dîtibûn.[8] Sê milyon metrekup (1864 kilometre çargoşe) dar ji kok dibin, 2 kes mirin û gelek gund bi tevahî têne hilweşandin. Ji ber şewata daristanê ku piştê vê bahozê dertê zirarek din çêdike û heya ku ekolojiya herêmî bi tevahî were vegerandin dê gelek sal bidome.[7]

Çiyayên Tatrayê xwedî cûrbecûr jiyana nebatan e ku xêdetirî 1000 cureyên riwekên damarî, nêzî 450 cure kevz, 200 cure gihayên kezebê, 700 cure lîken, 900 cure kiyark û 70 cure kiyarkên heriyê yan jî kefên heriyê lê dijîn. Li Tatrayan pênc kemberên avhewa-nebatî hene.

Belavbûna nebatên li Çiyayên Tatrayê bi asta bilindbûna çiyayê ve girêdayî ne:

  • heta bilindahiya 1.300 mêtre: Daristana behîva Karpatan; hema tebeqeya şivikî tineye, tebeqeya giyayî piraniya tebeqeya daristanê digire.
  • heta bilindahiya 1.550 metreyan: Daristana Spruce; tebeqeya şivikî kêm pêş ketiye, kevz pêkhateyeke serekeyê vê tebeqeyê ye.
  • heta 2.300 metreyan: Kacên çiyayî.
  • ji 2.300 mêtreyan jordatir: Subnivean': - kevirê rût û hema bêje bê nebat e.

Lûtkeyên Tatrayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Tatry: na nowej mapie polskie Rysy mają 2500 a nie 2499 m n.p.m. - Podróże". web.archive.org. 22 kanûna pêşîn 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 8 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Tatra Prominence - Introduction Page". www.peaklist.org. Roja gihiştinê 8 tebax 2024.
  3. ^ a b "Tatra Mountains and Zakopane town". www.krakow-info.com. Roja gihiştinê 8 tebax 2024.
  4. ^ "Zakopane airport transfers | for the couples, families and groups | prices for 2019 / 2020 | over 15 years experience | easy booking". discoverZakopane.com - private transfers to Zakopane from the airports in Krakow, Katowice and Poprad. (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 tebax 2024.
  5. ^ "Europe & North America | United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization". web.archive.org. 5 tebax 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tebax 2015. Roja gihiştinê 8 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Radwańska-Paryska, Zofia; Paryski, Witold H. (1995). Wielka encyklopedia tatrzańska. Poronin: Wydawn. Górskie. ISBN 978-83-7104-009-2.
  7. ^ a b USA, IBP (2013). Slovakia Country Study Guide Volume 1 Strategic Information and Developments (bi îngilîzî). Lulu.com. ISBN 978-1-4387-7555-5.
  8. ^ a b c "Wiatr halny - TPN". web.archive.org. 9 kanûna paşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 8 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ a b "Book sources - Wikipedia". en.m.wikipedia.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 tebax 2024.
  10. ^ USA, IBP (2013). Slovakia Country Study Guide Volume 1 Strategic Information and Developments (bi îngilîzî). Lulu.com. ISBN 978-1-4387-7555-5.
  11. ^ "WYSOKOGÓRSKIE OBSERWATORIUM METEOROLOGICZNE IMGW-PIB - PKL". www.pkl.pl. Roja gihiştinê 8 tebax 2024.