Êrîşên 11ê Îlonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Êrîşên 11`ê îlonê hat beralîkirin)
Dîmeneke piştî êrîşên terorîstan, ji her du balaxaniyên World Trade Center (Navenda Bazerganiyê ya Cîhanê) dûman derdikeve.
Dîmeneke piştî hilweşîna cêwîbircên World Trade Center.
Ji Pentagonê dûman derdikeve piştî lêketina balafira Boeing 750.

Êrîşên 11ê Îlonê navê êrîşên terorîstên Elqaîde li ser bajarên New York û Washingtonê (DYA) ku di 11ê îlona 2001ê de çêbûn.

Di sala 2001ê de li bajarê Amerîka New Yorkê her du kuleyên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bi navbereke 18 deqan bi du balafirên cuda hatin hingaftin. Piştî êrîşa balafira duyemîn, her du bircên ezmanelêş bi navberên kin bi temamî hilweşiyan û bi erdê re bûn yek. Balafireke sêyemîn a rêwiyan li avahiya wezareta parastinê Pentagonê da. Balafira çaremîn berî ku êrîş bibe ser Qesra Spî tevî rêwiyan hate xistin. Dûre li hemberî avahiya Kongreya Amerîkayê çalakiyeke întîharî pêk hat. Li dema ku her kes di nava şok û matmayînê de bû, li Washingtonê di navendeke kirrîn û firotinê de bi teqînekê re şewatê destpêkir. Tam li dema ku teqîn rawestiyan, li ber wezareta karê derve wesaîteke bi bombeyan dagirtî, teqiya. Di encama hemû êrîşan de qasî 3 hezar kesên sivîl mirin. Êrîşên li hemberî cêwîbircan û Pentagonê, deriyên demeke nû vekirin. Nerazîbûna fermî ya Amerîkayê piştî 9 rojan ji George W. Bush hat; Bush, bi gotinên weke divê hemû cîhan biryarekê bide, ya hûnê li gel me yan jî dijminê me bin,' li hemberî terorê şer da destpêkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serokê El Qaîde Usame Bin Laden ku bi eslê xwe ji Erebistana Siyûdî ye û gelek dewlemend e, weke kesê ji êrîşan berpirsiyar îlan kir û li Efxanistanê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Li Efxanistanê, di encama operasyoneke leşkerî de rêveberiya Taliban ji desthilatiyê hate dûrxistin û li dewsa wê, rêveberiyeke alîgirê Rojava hate wezîfedarkirin. Bi sedan kes li ser gumana ku endamên El Qaîde ne, an hatin kuştin an jî girtin. Rêveberiya Bush li tevahiya cîhanê, ji bo çavkaniyên malî yên El Qaîde operasyonên cemidandina hesabên wê yên li bankayan dan destpêkirin. Li dema mudexeleya Amerîkayê li Efxanistanê 3.767 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji alîkariya 5 milyarî ku Rojava soz dabûyê, tenê ji sedî 5 hatiye dayîn û li Efxanistanê bi milyonan kes bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Li gorî demên berî şer, hêjmara zarokên ku ji ber birçîbûnê dimirin 6 qat zêdetir bûne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]