George W. Bush

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
George W. Bush
43em serokê DYA'yê
Wezîfedarî
20ê kanûna paşîn a 2001ê20ê kanûna paşîn a 2009an
CîgirserokDick Cheney
BerêBill Clinton
PaşêBarack Obama
Jînenîgarî
Jidayikbûn6ê tîrmeha 1946an (77 salî)
New Haven (Connecticut)
Partiya siyasîKomarparêz (DYA)
HevjînLaura Welch Bush
ZarokJenna Bush Hager,
PîşeAborînas, Ramyar
Şanenav
biguhêreBelge

George Walker Bush (jdb. 6ê tîrmeha 1946ê), hatîiye jiyanê serkomarê 43ê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, ko ji 20ê Befirbara Paşîna 2001ê û vir ve serkomar e. Ew li sala 2004ê ji bo cara duyê hat hilbijartin û niha gerra wî ya duyê ya serkomarîniyê ye. Berî bibit serkomar, ew ji sala 1995ê heta 2001ê Parêzgarê 46ê yê wîlayeta Teksas bû. Ew endamê Partiya Komarîxwaz e û ji malbateka ji alî yê siyasî ve herî bibandor li DYA ye. Bavê wî George H. W. Bushserokdewletê 41ê yê DYA buye û birayê wî yê biçûktir, Jeb Bush parêzgarê wîlayeta Florîdayê bû.George serkomarê yekê ye ko bawernameyeka Mastera Zanistan di rêvebirinê da heye.

Ew bi Serkomarê Şerî dihêt binavkirin û ji roja dubare hatin hilbijartina xwe heta niha ji ber arîşeyên mîna Şerê dijberî Tirskariyê (Terror), Şerê Azadiya Îraqê, Şerê Efxanistanê, Zîndana Guantanamoyê, Bahoza Katrînayê, Zîndana Ebûxirêbê, û gelek arîşeyên navxweyî û derveyî li ber rexneyan e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêka jiyanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Nû Hêyvina wîlayeta Connecticut DYA hat dinyayê. Ew kurê mezinê bavê xwe, George H. W. Bush, û dayika xwe Barbarayê bû. Bapîrên wî li sedsala 17ê ji Inglistanê hat bûn DYA. Dema ew hêşta du salî, daybavên wî ji Connecticutê ber bi Teksasê barkir. Ew digel 4 xweşk û birayên xwe; Jeb, Neil, Marvin û Dorothy yê li Houstunê mezin bû. Xwişkeka wî li sala 1953ê li jiyê 13 saliyê bi nexweşiya Şêrpenceya Xirokên Spî yên Xwînê anko losamiy'ê mir. Bapîrê Georgî, Prescott Bush sênator bû û bavê wî jî ji sala 1989ê heta 1993ê serkomar bû. Hindek caran ji ber navê bavê wî, bi şaşî dibêjin Corcî Corc W Bûşê Biçûk. Lê bavê wî George H. W. Bush e, anko "H"ek zêde heye. Jeb, birayê wî du gerran hakimê Florîdayê ye. Bandora malbata Bûşî di siyaseta Partiya Komarîxwaz da berfireh û kevnar e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]