Êstil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êstil (bi tirkî: Estel) taxek ji bajarê Midyadê ye. Rûniştvanên wê bi piranî ji mehelmîyan pêk tê, li hin taxên wê kurd jî dijîn. Beşa duyemin a bajarê Midyadê "Midyada kevn"e. Rûniştvanên vir bi giranî kurdên sûnî ne. Êstil ji aliyê nifûsê ve, ji beşa Midyada kevn biçûk tire. Gelê wê bi tevayî xwendewar in.

Dîroka Êstilê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev taxê Midyadê ji du bavikan pêk tê, ango niştecihên vê taxa Midyadê ji du eşîrên kevnare pêk tê:

  • 1. Mala Cehfo
  • 2. Mala Mûsik

1. Mala Cehfo ji gundê Taqa na, lê ne diyare ka ew ji kîjan bavikî û kengî derbasî Êstilê bûne û li wir bi cîh bûne. Lê li gor hinek rûsipiyên Êstilê û li gor hinek çavkaniyên gundiyên gundê Taqa, tê xuyakirin ku ev beşa civakê, bi pismametî digihîjin gundiyên gundê Taqa

2. Mala Mûsik jî li gor heman çavkaniyan, ew ji gundê Xerabya na. Li gundê Xerabya du bavik hene: Çomerka û Zeynî. Mala Mûsik jî bi pismametî digîhijin Zeynî ya.

Ji ber hindê jî wekî dîroka Êstilê dîroka gelek civak, bajar û niştecihên van deveran hatiya binpêkirin û ji rûyê cîhanê ji nasname xwejî dûr mane. Eve jî girêdayî desthilatdar û rejîmên li ser axa Kurdistane ku bi sedên salaye ev pîkol û hovîtiya ha li ser gelê kurd tê bikaranîn.