Midyad
Midyad Midyat | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Midyad |
Hejmara nahiyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 7 bajarok |
Hejmara gundan | 54 gund |
Gelhe (2008) | 113.960 kes |
Rûerd | 1.054 km2 |
Berbelavî | 108,1 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 54.799 kes |
Koordînat | 37°25′0″Bk 41°22′11″Rh / 37.41667°Bk 41.36972°Rh |
Bilindayî | 1.000 m |
Koda postayê | 47500 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Midyad (bi tirkî: Midyat, bi asûrî: ܡܕܝܕ Mëḏyaḏ; bi suryanîya Midyadê: Miḏyôyo) navçekî û bajarekî biçûk li Bakûrê Kurdistanê ye. li herêma mehelmiyan ne . Midyad ser bi Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê Nisêbîn, li rojava Mehsertê heye û li bakûrê wê Kercews û Kerboran hene. Midyad navenda herêma Torê ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire. [çavkanî pêwîst e]. Ji Midyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran jî tê gotin.
Civak[biguherîne]
Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî Kurd dijîn, lê hejmarek biçûk Suryanî û Ereb jî dijîn. Li vî bajerî ji alîyekî ve dengê naqosên dêra, ji alîyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê Êstil e ku piranîya şêniyên wê Mehelmî ne, ya din jî Midyada kevn e ku piranîya şêniyên wê Kurdên Sunî û Aramî – Suryanîyên Xirîstiyanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta berîya çend salan gelek gundên Kurdên Êzdî jî hebûn, lê niştecihên wan gundên ji ber tahde dewleta tirk û cahşên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terikandin û koçberî Ewropa kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên Xirîstiyanî jî Midyad û gundên derûdorê terikandin û wan jî koçberî Rojavaya Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem Xirîstiyanî û [[Kurd]]ên - Êzdî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şênîyan di sala 1997'a de 61.378 kes li Midyadê dijîyan.
Dîroka Bajêr[biguherîne]
Belgenameyên nivîskî yên pêşî derbarê Midyadê de digihêjin sedsala 13'an B.Z. ev der herêmek e ku divê ji bo keyayên Asûrê were talankirin. Aşûrnasîpalê Duyemîn bi gewzî di 879'an de dibêje wî ev herêm xistiye bin desthilatdariya xwe. Midyad di serdema Hz. Omer de dikeve bin darazê Îslamê de (640).
Ajalên herêma Midyadê[biguherîne]
Li Midyadê wekî hemî deverên Kurdistan ê, xwedî hinek taybetmendiyên ajalên cude ne.
Li herêmê Ajalên kedî û yên berî bi du beşa ne
- yên Kedî; Mê=Mîh/Mêşin, Bizin, Çêlek, Qantir, Mirîşk, Şamî, Mehîn, Kevok, Qaz,
- Yen Kedî; Nêr= Beran, Nêrî, Ga, Qantir, Dîk, Elok, Hesp, Kevok, Ordek,
Jiyana Civaknasî[biguherîne]
Wargehên Midyadê[biguherîne]
Pîşeyên Midyadê[biguherîne]
Li Midyadê cûrbecûr kar û pîşeyên herêmê yên bi nav û deng hene:
- Zîvkerî
- Cumik
- Kevirbirîn
- Kurtankerî
- Hekîmtî
- Hosteyî ya kevira
- Hedadî
- Terzîti
Gundên Xirbe[biguherîne]
Xirbê Ilto, Dêrhadet, Kûndelê, Xerabê Fêro, Qêsra Jêrî, Qêsra Jorî, Qûzre, Xirbê Koçek, Xirbê Diza, Bamered, Mamûsiva û Qiryasa.