Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Îstgeha Valagehê ya Navnetewî hat beralîkirin)
Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî (ISS)

Îstgeha Valagehê ya Navnetewî (bi înglîzî: International Space Station (ISS)), ew îstgeha valagehê, an jî peyk nişînbar e, li xulgeha Zemînê ya nizim e, hêmanên wê ên yekem di sala 1998an de li xulgeha hatine avêtin, Îstgeha Valagehê ya Navnetewî niha heybera destkirî ya herî mezin li gerê ye û gelek caran bi çavê rût tê dîtin. Ew ji yekîneyên zextkirî, prîzmayên derveyî, panelên rojî, û pêkhatiyên din pêk tîne.

ÎVN wek ezmûngeha lêkolînê ya hûrrakêşê û derdora valagehê tê bikêrhatin ku lê endamên desteyê ezmûnên biyolojî, biyolojiya mirovî, fizîk, stêrnasî, meteorolojî, û ên qadên din dikin. Îstgeh ji bo ezmûnkirina keştiyên valagehê û amûrên ku ji bo şandinên Bahramê û Heyvê pêwîst in kêrhatî ye. ÎVN xulgeheke bi bilindahî di navbera 330 û 435 de km diparêze. Ew 15,54 xulgeh her roj temam dike.