Öztürk Yılmaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Öztürk Yılmaz (jdb. 1970) dîplomat û siyasetmedarekî berî yê tirk e. Sekreteriya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Qirgizistan û Brezîlê kir û di sala 2013an de wek Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Mûsilê hate tayînkirin.[1] Di hezîrana 2014an de dîl hat girtin û bi 48 dîplomatên din re 101 rojan piştî ku mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bajar dagir kirin, di 20ê Îlona 2014an de ji aliyê Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MİT) ve di bin şert û mercên nediyar de hat berdan.[2] Di hilbijartinên giştî yên Mijdara 2015’an de ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) wekî parlamenterê herêma Erdexanê hat hilbijartin. Di sala 2018an de Yilmaz bû serbixwe. Yilmaz di sala 2020’an de Partiya Nûjeniyê ava kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Musul Başkonsolosu Öztürk Yılmaz Kimdir? Biyografisi". Habervaktim (bi tirkî). 11 hezîran 2014. Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  2. ^ "Turkey secures release of 49 hostages seized by ISIL in Iraq". america.aljazeera.com. Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.