Ûygûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ûygûr komeke etnîkî ya hindikayî ya tirk e ku li Asyaya Navendî û Asyaya Rojhilat dijîn û ji aliyê çandî ve girêdayî van herêman e. Piraniya wan misilmanên sunî ne. Tevî ku ew berê tengrist û bûdîst bûn, tenê hindikahiyek û hinek baweriya bi dînên din dikirin. Ûygûr bi zimanê tirkî ya ûygûrî diaxivin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor amarên sala 2008ê, hejmara Uyguran li cîhanê digihe (41) milyon kes ku piraniya wan li bajarê Sincanê yê Çînê ne û yên mayî jî di nav welatên din de wek Qazaxistan, Mongolya, Tirkiye, Efxanistan û Pakistanê belav bûne. Li derveyê Çînê koçê Almanya, Îndonezya, Awistralya, Taywan û Erebistana Siûdî bûne. Beriya sedsala 10 de dewleteke ûygûran ya serbixwe bi navê Tirkistana Rojhilat hebû lê di sala 1759an de û piştre di sala 1786an de beşeke mezin ji wê bi Çînê ve hat girêdan û di sala 1950î de bû beşek ji Partiya Komunîst. Di salên 1933 û 1944an de, ûygûran karîbûn ji bin desthilatdariya Çînê birevin lê ev serxwebûn zêde dewam nekir û di demeke kurt de dîsa ketin bin desthilatdariya Çînê. Di sala 2004an de, ûygûrên li derveyî welat hikûmetek destûrî ya bi serokatiya Enwer Yousef ava kirin. Di sedsala 21an de ûygûran bi domdarî li Çînê têne tepisandin. Mînak bi dehan mizgeft û dêrên wan ji aliyê dewleta Çînê ve hatine hilweşandin û zimanê wan hatiye qedexekirin.[1][2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Uighur | History, Language, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 17 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2018.
  2. ^ "The mystery of China's celtic mummies". The Independent. London. 28 tebax 2006. Ji orîjînalê di 3 nîsan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 hezîran 2008.