İshak Sağlam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

İshak Sağlam (jdb. 1966) siyasetmedar û parêzerekî kurd ê ku ji çiriya pêşîn a 2018an heya hezîrana 2021ê serokê Partiya Doza Azad bû.[1][2] Paşê bû cîgirê serok û berpirsê mafên mirovan û karûbarên yasayî yên partiyê.[3]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sağlam di sala 1966an de li Hezoya Batmanê ji dayik bûye. Ew di sala 1992an de ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû.[4] Di salên 2000î de di nava endamên Hizbullahê Kurdistan de weke parêzer xebitî, dû re ji ber endamtiya wî ya vê rêxistinê ji bo maweyê şeş salan cezayê girtîgehê bi ser wî de sepandine.[5]

Partiya Doza Azad û PDK[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çiriya pêşîn a 2018an de, di kongreya sêyem a partiyê de, ji 1.165 dengan, wî 777 deng bi dest xistin, bû serokê Partiya Doza Azad.[6] Di nîsana 2019an de Sağlam û şandeyekî Partiya Doza Azad çûn Herêma Kurdistanê da ku li serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî bikin.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "HÜDA PAR yeni genel başkanını seçti". Kurdistan24 (bi tirkî). 7 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 21 nîsan 2021.
  2. ^ "Kurdistan Islamic Union congratulates Zekeriya Yapıcıoğlu for winning HÜDA PAR chairmanship". Dogru Haber. 5 hezîran 2021. Roja gihiştinê 6 hezîran 2021.
  3. ^ "BAŞKANLIK DİVANI" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 14 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 adar 2023.
  4. ^ "HÜDA PAR yeni genel başkanını seçti". Kurdistan24 (bi tirkî). 7 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 21 nîsan 2021.
  5. ^ Çiçek, Nevzat (2008). Puşi ve sarık (bi tirkî). Hayykitap. r. 75. ISBN 9789759059460.
  6. ^ "HÜDA PAR Genel Başkanlığına İshak Sağlam seçildi". Ilkha. 7 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 21 nîsan 2021.
  7. ^ "HUDA PAR President Ishak Sağlam meets Barzani". Ilkha. 30 nîsan 2019. Roja gihiştinê 21 nîsan 2021.